Dedektîfê hunerê yê Hollandî tabloya winda ya Picasso dît

Dedektîfê hunerê yê navdar ê Hollandî Arthur Brand, tabloya Picasso ya bi navê "Buste de Femme" ku sala 1999'an hatibû dizîn, dît.

Brand ji sala 2015'an ve li dû tabloya wênevanê navdar Pablo Picasso ye û di dawiya dawî de bi ser ket. Brand ji televîzyona RTL re axivî û diyar kir, tablo li koleksiyona emlaqfiroşekî de dîtiye. Brand got, kesê xwedî koleksiyonê dema ku fêhm kir berhem hatiye dizîn, serî li wî daye.

Yekemcar sala 2015'an hatibû bihîstin ku tablo li Hollandayê ye. Tê gotin, tabloyê di berdêla narkotîk û çekan de gelek caran dest guhertiye.

Polîsên Hollandayê ragihandin ku pêvajoya 'bihurîna demê' di ser bûyerê re derbas bûye û wê li ser diziyê lêpirsînê venekin.

Tabloya ku buhayê wê nêzî 25 milyon dolar e, sala 1999'an ji yata karsazê Siûdî Abdulmuhsîn Abdulmelîk el Şeyh hatibû dizîn.

Brand û koma wî, tablo radestî şîrketa sîgortayê ya El Şeyh kirin.

Di tabloya "Buste de Femme" de ku yek ji tabloyên herî navdar ên Picasso ye, Picasso wêneyê evîndara xwe Dora Maar çêkiriye.