Daraza Tirk biryara berhevkirina du romaman da

Derket holê ku daraza Tirk di sala 2022’yan de derheqê du romanên ji Weşanên Aryenê biryara berhevkirinê daye û têkildarî biryarê weşanxane agahdar nekiriye.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin derheqê du romanên ku ji aliyê Weşanxaneya Aryen ve hatine çapkirin, ên bi navê "Gün Işırken"  û "Umut ve Mavi" de biryara qexekirinê hatiye dayîn.

Weşanxaneya Aryen dema ku ji bo çapa nû ya romana Nilufer Şahîn a bi navê ‘Gün Işırken’ û romana Firat Can a bi navê ‘Umut ve Mavi’ serlêdana bandrolê dike, hîn dibe ku derheqê romanên navborî de biryara berhevkirinê hatiye dayîn.

Weşanxane, di serlêdana bandrolê de bi hişyariya ‘’Girêdayî biryara darazê, weşanxane nikare ji bo romanên navborî serlêdana bandrolê bike’’ re rû bi rû maye.

Girêdayî vê yekê weşanxane mijarê lêkolîn dike û derdikeve holê ku di sala 2022’yan Dadgeriya Cezayê ya Sulhê ya 2’yemîn a Eskîşehîrê têkildarî romana bi navê “Gün Işırken” û Dadgeriya Cezayê ya Sulhê ya 2’yemîn a Îzmîrê jî têkildarî romana bi navê ‘’Umut ve Mavi’’ biryara qedexekirina li seranserî welat û berhevkirinê dane.

Hate ragihandin ku têkildarî biryara qedexekirina her du romanan weşanxane nehatiye agahdarkirin.