Ciwanê Efrînî Mihemed Osman êş û azarên gelê xwe bi stiran û hunerê tîne ziman

Tevî koçberî, dorpêç û êrîşên dagirkeriyê yên ku gelê Efrînê bi wan re rû bi rû dimîne, dev ji kevneşopiyên xwe yên ku dîroka kevnar îfade dikin bernade, çi bi berxwedanî yan têkoşînê be.

Mihemed Osman, xwendekarê pola yazdehan li taxa Tel Rifatê, tevî hemû zehmetî û astengiyan dixebite û hewl dide ku bigihêje xwestek û azweriya xwe ya mezin da ku riya xwe ber bi siberoja hunerî ve ronî bike.

Ciwanê Efrînî yê bi navê Mihemed Osman ê ji navçeya Raco ji ANF’ê re axivî. Ciwanê Efrînî wiha got: “Em berê li bajarê Efrînê di nava aramî û ewlehiyê de dijiyan, rewş aram bû. Piştî şoreşa Rojava, mafên me yên ku ji destê me hatin standin, li me hat vegerandin û em hînî zimanê xwe bûn. Ji ber serkeftinên ku herêm tê re derbas dibe dewletên mîna Tirkiyeyê tirsiya û êrîşeke berfireh bi ser bajarê Efrînê de anî da ku van serkeftinan bitemisîne".

Osman di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di encama şerê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye destpêkirin, em bi darê zorê ji cih û warên xwe koçberî herêmên Şehba û navçeya Til Rifatê bûn. Em rastî gelek zehmetiyan hatin. Tevî van hemû astengiyan jî îradeyeke min a mezin hebû ku ez xwendina xwe biqedînim û vegerim hunerê ku bi vê yekê ez êşên gelê xwe bi huner û dengbêjiyê werdigerînim."