Bexdayê bi teqînan dest bi rojê kir: Bi dehan mirî

Bexdayê bi teqînan dest bi rojê kir: Bi dehan mirî

Li paytexta Iraq Bexdayê, di encama rêze êrîşên bombeyî yên danê sibê de, li gorî çavkaniyên nexweşxane û polîsan herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 130 kes jî birîndar bûn. Li gorî hin çavkaniyan jî, di bûyeran de zêdeyî 50 kes mirine.

Li nuqteyên cûda yên paytexta Iraq Bexdayê, herî kêm 15 wesayîtên bombebarkirî teqiyan. Piraniya êrîşan di dema çûyîna ser kar a mirovan de li taxên Şîan rû dan.

Di êrîşên li taxên Kazimiye, Sadir, Şaab, Şûla, Cemîle û Mahmûdiye de, li gorî AFP'ê herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 130 kes jî birîndar bûn. Li gorî hin çavkaniyan 51 kes mirin, 160 kes jî birîndar bûn.

Yek ji êrîşan li dijî nuqteya kontrolê ya polîsan bi awayê xwekuştinê pêk hat. Di vê êrîşê de 3 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn.

Li Iraqê, ji sala 2008'an û vir ve êrîşên herî tund rû didin. Ji gorî danêyn AFP'ê ji çavkaniyên ewlekarî û nexweşxaneyê girtiye, ji destpêka sala 2013'an û vir ve zêdeyî 3 hezar û 700 kesan di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane.