BI DÎMEN

Berhem Ehmed: Armanca lîstika 'Ne rewa' nîşandana şerê dagirkerkirinê ye

Derhênerê lîstika ‘Ne Rewa’ Berhem Ehmed diyar kir ku wan di lîstika xwe de, şerê dagirkeriyê yê li Kurdistanê nîşan dane.

Di 10’ê Çileya 2024’an de bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Festîvala 5’emîn a Mîtan bi dirûşmeya “Veger nêz e, em bi hêvî ne” pêk hatibû. Di roja 4’emîn de şanoya bi navê “Ne Rewa” ye ku ji aliyê derhêner Berhem Ehmed ve hatibû amadekirin, ji aliyê Berhem Ehmed û nivîskar-şanoger Nalî Esker ên ji bajarê Kerkûkê hatibûn hat lîstin.

Şanoger û derhêner Berhem Ehmed ê ku ji bajarê Kerkûkê ya Herêma Başûrê Kurdistanê, ji bo pêşandana lîstika xwe hatibû Kantona Efrîn û Şehbayê qala armanca lîstika xwe û xeyala derbasbûna Rojavayê Kurdistanê kir.

‘JI BO ME DÎTINA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ MÎNA XEYALEK BÛ’

Ehmed, diyar kir ku wan lîstika bi navê “Ne Rewa” tevî şanoger Nalî Esker bi zarevaya Soranî pêşkêş kirine û wiha got, “Bi coşek mezin tevî dorpêç û êrîşên li ser herêmê, em ji Başûrê Kurdistanê derbasî herêmê bûn û em ji aliyê lîstikvan û derhênerên li kantona Şehba û Efrînê hatin pêşwazî kirin. Cara ewil bû ku em derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn. Ji bo me weke xeyalek bû ku em rojek werin vir û lîstika xwe pêşkêş bikin da ku xizmetek çandî ji bo gelên li Rojava bikin. Em weke koma bi navê ‘Zemen El-Fen’ tên naskirin. Hatina me ya Rojavayê Kurdistanê û dîtina gelên li vir, hesteke cuda di dilê me de ava kir.”

‘ARMANC NÎŞANDANA ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ YE’

Ehmed, anî ziman ku wan bi armanca ‘hemû jin û mêrên li ser rûyê erdê lîstikvan in di vê şanoyê de’ dest bi pêşandana lîstika xwe kirine û wiha domand, “Dema ez dibêjim lîstika şanoyê, mabesta min gel e. Lîstikvanê şanoyê jî rola temaşevanan dilîze û temaşevan rola lîstikvan dilîzin. Paşê me di şanoyeke rexnegerî de lîstikên ku tên pêşkêş kirin rexne kir. Her wiha me jiyana li çar aliyên Kurdistanê ên di bin dagirkeriyê de rexne kir. Hilbijartin û nivîsa vê lîstikê bandorek mezin li ser me kir. Ji ber ku rastiya Kurdan îfade dike. Ji dîrokê heta roja îro dewletên cîran û biyanî her tim êrîş li dijî Kurdan pêk anîne. Armanca lîstikê jî nîşandana şerê dagirkeriyê yên li Kurdistanê li dijî mirovahî û gelê Kurd e.”