Belgefilmê ‘Efsaneya Çîrkîn Kiral’ tê nîşandan

Belgefilmê bin navê ‘Efsaneya Qiralê Kirêt’ (Çîrkîn Kiral Efsanesî) ê ku jiyana Yilmaz Guney ku Derhêneriya wê Huseyîn Tabak dike wê 11’ê Cotmehê û vir ve li Elmanyayê di sînemayan de bê nîşandan.

Ji bo belgefilmê bi navê ‘Efsaneya Qiralê Kirêt’ ê ku çêkirina ji beriya 7 salan hatibû destpêkirin, li gel malbata Yilmaz Guney bi 47 kesên ku ji hevalên wî yên xebatê û dostên wî pêk tên re hevpeyvîn hatiye kirin.

Nêrînên cîhanî yên Gunay, dîsa nêzîkatiya wî ya ji bo hûner û jiyana wî ya bi zehmet hatî girtina dest derhêneriya wê Huseyîn Tabak û çêkera wê jî Mehemt Aktaş kirine.

Di belgefilmê dîmenên berê yên Yilmaz Guney ên hatî weşandin li xwe digire, nirxandinên kesayetên bi nav û deng ên mîna Mîchael Haneke û Costa Gavreş jî li xwe digire.Sala borî ‘Efsaneya Qiralê Kirêt’ê li Torontyê promîyera cîhanê kir niha jî di festîvalên navneteweyî yên cuda de xelat girt.

‘Çîrkîn Kiral Efsanesî’ wê ji 11’ê Cotmehê û vir ve li bajarên cuda yên Elmanyayê bê nîşandan. Promiyera belgefirlmê wê 11'ê Cotmehê roja Pêncşemê saet 20:00’an, wê li sînemaya “Filmforum im Museum Ludwig” a Kolnê bê kirin. Her wiha li Hambûrgê jî 12’ê Cotmehê saet 18:45’an li sînemayên ‘Metropolîs’ promiyerek bê kirin.

Têkildarî nîşandana belgefilmê ya ku li sînemayan bên kirin hûn dikarin li ser van internet û sosyal medya hesaban agahiyên hê berfirehtir bigirin.