Banga ji bo Festîvala Çandê ya Dersimê li Ewropayê: Em mîna Mûnzûrê biherikin!
Ji bo Festîfala Çandê ya Dersimê li Ewropayê ku îsal cara 15'an tê lidarxistin banga 'Em mîna Mûnzûrê biherikin' hate kirin.
Ji bo Festîfala Çandê ya Dersimê li Ewropayê ku îsal cara 15'an tê lidarxistin banga 'Em mîna Mûnzûrê biherikin' hate kirin.
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), Federasyona Yekîtiyên Dersimê yên Demokratîk li Ewropayê (ADEF) û Kongreya Avakirinê ya Dersimê (DÎK) Festîvala Çandê ya Dersimê ya 15'emîn a li Ewropayê di navbera 30-31'ê Gulana 2025'an de li Rebstockpark a Frankfurtê lidar dixin.
Festîval wê ji bo xwedîderketina li dîrok, çand û nasnameya Dersimê bê lidarxistin.
Festîvala bi dirûşma 'Ma xe Xorasan me, ne ki Tunceli! Ma Dersim e' wê li dijî asîmîlasyon, înkarkirin, hilweşandina ekolojiyê ji bo xwedîderketina li hebûna civakî û çanda Dersimê pêk were.
Saziyên ku çalakiyê lidar dixin, bal kişandin ser polîtîkayên zordariyê ya dewleta Tirk a li ser xelkê Dersimê û li dijî vê yekê banga tevlîbûneke xurt a ji bo festîvalê kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Narkotî, qumar û fûhûş weke versiyona nûjen a Plana Şark Islahat li dijî ciwanên Dersimê tê bikaranîn" û hate ragihandin ku bi bendav û madenkariyê jî xwezaya Dersimê tê talankirin.
Di festîvalê de wê nirxên çandî û dîrokî yên Dersimê bêne destnîşankirin û gelek hunermend, nivîskar û rewşenbîr wê tevlî bibin. Di festîvalê de stranên bi zimanê dayikê wê bêne gotin û mîrateya çandî ya Dersimê ji nifşên nû re bê ragihandin.
Komîteya festîvalê bang li Dersimiyan û dostên wan kir ku piştevaniyê bikin û weke Mûnzûrê biherikin, li Frankfurtê li hev kom bibin.