Koma Awazê Çiya dest bi amadekariyên ji bo pîrozbahiya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo kir. Koma Awazê Çiya got "Rojbûna Rêber Apo ji bo me xwedî wateyeke taybet e" û diyar kir ku çalakiyên moralê wê bi coşa Newrozê derbas bibin.
Armanc: Li tevahiya Kurdistanê Newroz bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Yekemcar Newroz ewqasî bi heybet hate pîrozkirin. Balkêş bû. Coşa gel di asta herî bilind de bû. Ev yek jî mirovan kêfxweş dike. Gelê Kurd êdî ber bi azadiyê ve gavê diavêje. Amadekariyên me hem ji bo Newrozê hem jî ji bo 4'ê Nîsanê bû ku rojbûna Rêber Apo ye. Weke gerîlayên Kurdistanê em ê tevlî pîrozbahiyan bibin. 4'ê Nîsanê ji bo me rojeke pîroz e. Ji bo gelê Kurdistanê jî bi heman rengî ye. Li Kurdistanê ji nû ve bûyîn e. Geşbûna xwezayê ye, vejîna gelê Kurd e, rojbûna Rêber Apo ji bo me xwedî wateyeke taybet e. Di nava dilê Kurdan de kêfxweşiyê diafirîne û ji bo me jî bi heman rengî ye.
Em vê rojê careke din diyarî gerîlayan hemûyan, gelê Kurdistanê û her kesî dikin ku dilê xwe ji bo aştî û azadiyê lê dide. Em hêvîdar in ku bernameya me wê xîtabî ruhê her kesî bike. Weke Awazê Çiya me amadekariyên xwe kir. Hemû heval li hev kom bûn û ji bo 4'ê Nîsanê bernameyek amade kirin. Di dema provayan de em gelekî kêfxweş in, ji ber ku em nêzî wê roja taybet dibin. Amadekariyên me bi rengekî baş bi rê ve diçin. Çawa ku em bi coşa Newrozê tevlî pîrozbahiyan bûn, em ê bi heman rengî tevlî 4'ê Nîsanê jî bibin. Em hêvî dikin ku ev pêvajo wê bi rengekî serketî temam bibe.
NEWROZA ÎSAL BÛ NEWROZA RÊBERTÎ
Hedar: Em ji niha ve 4'ê Nîsanê pîroz dikin. Weke ku tê zanîn Newroza îsal bi banga Rêbertî bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Em dikarin bibêjin ku Newroz gihîşt asta herî bi heybet a heta niha. Ji bo têkilî û dilsoziya xwe ya bi Rêbertî re nîşan bide bû bersivek. Em careke din Newrozê li gelê xwe pîroz dikin û serketinê dixwazin. Em dikarin bibêjin ku peyama Newrozê gihîşt cihê xwe. Her kesî şahidî ji vê Newrozê re kir. Ev Newroz bû Newroza Rêbertî.
Newrozê nîşanî me da ku dilsoziya bi Rêbertî re di kîjan astê de ye. Niha jî em amadekariyê ji 4'ê Nîsanê re dikin. Weke tevger em vê yekê weke rojbûna xwe dibînin. Em hêvî dikin ku gelê me wê bi heman kelecanê rojbûna Rêberê me li her derê pîroz bike. Weke kom me beriya çend rojan dest bi provayên xwe kirin. Em ê bi huner, awaz û amûrên xwe tevlî 4'ê Nîsanê bibin. Em rojbûna Rêbertî careke din li tevahiya mirovahiyê, gelê me û hevrêyên me pîroz dikin.
Tolhildan: 4'ê Nîsanê roja hebûna gelê Kurd e. Ji bo gelên di nava tarîtiyê de winda bûbûn bû ronahiya hêviyê. Rojeke pîroz e. Ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahiya cîhanê rojeke pîroz û taybet e. Gelê Kurd di nava tarîtiyê de bû, nikarîbû rêya xwe bibîne. Bi rojbûna Rêber Apo re paşeroja gelê Kurd ronî bû. Îro ne tenê gelê Kurd, her wiha bi milyonan mirov vê rojê pîroz dikin. Rabûna Rêber Apo rê nîşanî mirovahiyê da. Rastî û şaşitî ji hev hate cudakirin û gel rêya xwe dît. Weke gerîlayên Kurdistanê em vê rojê weke roja xwe dibînin.
Weke koma Awazê Çiya em amadekariyên xwe dikin. Em ê ji bo hevrêyên xwe çalakiya moralê lidar bixin. Em vê çalakiya moralê jî diyarî tevahiya gelê xwe dikin. Di nava bernameya moralê de amadekariyên stranên me hene. Du roj in em provayên xwe dikin. Di nava çend rojên bê de em ê pîrozbahiyên xwe temam bikin. Ev amadekarî kelecaneke mezin dide me. Li ser vê bingehê em ê pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê lidar bixin.