Arinç: Helikoptera Sûryê me xist

Arinç: Helikoptera Sûryê me xist

Berdevkê hikûmeta Tirk Bulent Arinç ragihand ku helikopterekî ya aide rejîma Sûryeyê balefirên Tirk ew xist.

Bilend Arinç di daxuyaniya piştî civîna Desteya Wezîran de got ku:  “Helîkopterekî ya aidê Sûriyeyê ya Mİ-17 ji aliyê balefirên me ve bi fûzeyê hat lêxistin û ket ser axa Sûryeyê.”

Arinç wiha berdewam kir: “ Helikopter 2 kîlometran ketibû nav sinorê Tirkiyê. Ji aliyê hêzên parastina hewayî ve li ser hev hat şopandin. Li ser derbaskirina sinor, balefirên me yên ku ji Meletya rabûn bi fûzeya 14.25’an lêxistin û hat hînbûn ku helîkopter ketiye ser xaka Sûryeyê.”

Balefira keşifê ya Tirk ku di 22’ê Xizîranê 2012’an de ku sinorê Sûryeyê derbaz kir, ji aliyê artêşa Sûryeyê ve hat xistin.