Şehîd Jiyan Timoqî bi berxwedana xwe destan nivîsî
Şehîd Jiyan Timoqî ku ji bo li ser xeta Fermandar Bêrîtan bibe gerîlayeke têkoşer gelekî hewl da, ji Şengalê heta Metînayê li gelek qadan bi berxwedana xwe destan nivîsî.
Şehîd Jiyan Timoqî ku ji bo li ser xeta Fermandar Bêrîtan bibe gerîlayeke têkoşer gelekî hewl da, ji Şengalê heta Metînayê li gelek qadan bi berxwedana xwe destan nivîsî.
Di dîrokê de şerê ku ji bo azadiya gelekî hatiye kirin şerê herî pîroz e. Sedema şerê bi vî rengî nenaskirina mafên azadiyê yên gelan e, dîlgirtina gelan e. Welatê me Kurdistan jî li êrîşên bi heman rengî rast hatiye. Dagirkeran her tim hewl dan gelê Kurd bê îrade bihêlin, çavkaniyên Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe talan bikin. Îro li çiyayên Kurdistanê bi hezaran jin û mêr ên ciwan ên Kurd ji bo azadiya gelan bi fikir û felsefeya Rêber Apo berxwedan û têkoşîneke bêhempa dikin. Bi taybetî jinên Kurd di vê berxwedanê de bi rola pêşengiyê radibin.
Jinên ku li hemberî sîstema bi serweriya mêr têdikoşin, ji jinên cîhanê re bûne çavkaniya hêvî û baweriyê. Bi hezaran jin bi vê hêviyê berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Yek ji van jinên ku ber bi azadiyê ve meşiyan Dîlan Tûnç e. Dîlan Tûnç li yek ji bajarên Kurdistanê Êlihê li nava malbateke ji eşîra Timoqî ya welatparêz ji dayik bû. Eşîra Timoqî di herikîna dîrokê de timî serî li ber zextê rakir, gelek caran komkujî dît. Di roja îro de jî endamên vê eşîrê li nava refên azadiyê vî ruhê berxwedanê dewam dikin. Eşîra ku gelek ferdên xwe tevlî tevgera azadiyê kir, têkoşîneke bi lehengî meşand. Dîlan jî ji ber ku li nava eşîreke bi vî rengî ya welatparêz mezin bû ji tevgera azadiyê ya Kurdistanê ne xerîb bû û hîn di zarokatiya xwe de tevger nas kiribû.
Çanda berxwedanê ya malbat û derdora wê, bû sedem ku têkiliyeke xurt bi tevgera azadiyê û gerîla re dîne. Dîlan her ku mezin bû, pê hesiya bê sîstema kapîtalîst çawa zextê li civakê dike. Bİ taybetî bandora vê sîstemê ya li ser jinê bi kûrahî hîs kir. Jinên li nava sîstemê timî li rêyeke rizgariyê digerin. Dîlan jî yek ji van jinan e ku kete nava lêgerîna azadiyê. Dît ku rêya xwegihandina azadiyê têkoşîna li dijî sîstema bi serweriya mêr e. Di salên xwe yên ciwantiyê de ji bo xwe bigihîne azadiyê tevlî nava karên ciwanan bû.
SALA 2015'AN BERÊ XWE DA ÇIYAYÊN AZAD
Dema ku di nava karên ciwanan de bû rastiya dewleta Tirk hîn baştir fêhm kir. Weke jineke ciwan di nava karên ciwanan de bi rola pêşengiyê rabû. Bİ taybetî ji bo birêxistinkirina jinan kedeke mezin da. Dîlan ku pêşengeke ciwanan bû, di karê xwe de kir ku gelek jin ên ciwan berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê. Wê ti carî jiyana ku sîstema bi serweriya mêr ferz dikir qebûl nekir. Bi taybetî bingeha polîtîkayên şerê taybet ên li hemberî jinên Kurd tên emeşandin, serîtewandina gelê Kurd e. Dîlan jî li hemberî van êrîşan ji bo karibe têkoşîna azadiyê hîn bilind bike li rê û rêbazan geriya. Li gorî wê rêya herî rast a azadiyê tevlîbûna li nava tevgera azadiyê ye. Ji bo azadiya jinan baweriya xwe bi tevlîbûna li têkoşîna azadiyê anî. Pêşengiya ku Rêber Apo ji bo azadiya jinê dike, îro li tevahiya cîhanê bûye mînak. Tişta destpêkê tê bîra jinên tevlî têkoşîna azadiyê dibin, fikir û felsefeya Rêbertî ye. Îdeolojiya ku bingeha azadiya jinê datîne, berê jinan dide çiyayên Kurdistanê.
Dîlan ji bo xwe bigihîne azadiyê û li ser şopa şehîdan bimeşe sala 2015'an berê xwe da çiyayên azad. Dema ku gihîşt çiyayên azad, rahişt çeka dotmama xwe û biryar da ku tola wê hilîne. Ew êdî Jiyan Timoqî ye. Gerîla Jiyan dema ku jiyana gerîla ya ji ruhê hevrêtiyê dît, ev jiyan ji xwe re kir rêya heqîqetê. Piştî ku perwerdeya xwe ya bingehîn qedand demeke kurt hînî jiyana gerîla bû û di kesayetiya xwe de pêşketinên mezin afirand. Jiyan dema ku li perwerdeyê bû li Şengalê çeteyên DAÎŞ'ê yên para xwe ji mirovahiyê wernegirtine komkujî li gelê Êzidî dikir. Piştî vê komkujiyê Jiyan bi hêrseke mezin xwest biçe Şengalê. Bi hişmendiya xwe ya şoreşgerî derbasî Şengalê bû.
Li Şengalê li gel hevrêyên xwe li refên herî pêş li dijî DAÎŞ'ê têkoşiya. Têkoşîna wê û hevrêyên wê kir ku xelkê Şengalê ji zilma DAÎŞ'ê rizgar bibe. Gerîla Jiyan heta sala 2018'an li Şengalê têkoşîna şoreşgerî meşand. Piştre bi coş û kelecaneke mezin careke din li çiyê vegeriya û derbasî herêma Avaşînê bû. Avaşîn ji bo Jiyan bû qadeke berxwedanê; li wê derê şahidî ji gelek berxwedêrên leheng re kir û bû hevparê têkoşîna hevrêyên xwe ku ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kirin. Çar salan tevlî gelek çalakiyên li hemberî dewleta Tirk a dagirker bû. Hêrsa xwe ya li hemberî dijmin timî taze kir, têkiliya xwe ya bi hevrêyên xwe re bi hezkirinê xurt kir. Gerîla Jiyan ku bi eşqê dilsozê welatê xwe bû, ti carî xwe têr nedît û ji bo bibe gerîlaya modernîteya demokratîk her tim xwe perwerde kir. Ji bo hîn bêhtir bi pêş bikeve tevlî Akademiya Şehîd Bêrîtan bû.
Jiyan ji bo li ser xeta Fermandar Bêrîtan bibe gerîlayeke ji aliyê îdeolojîk û leşkerî veş areza, gelekî hewl da. Bi taybetî li ser bingeha pîvanên jin a azad bi baldarî beşdarî perwerdeyê bû. Fikir û felsefeya Rêber Apo, pîvanên PAJK'ê di kesayetiya xwe de bi cih kir û bingeha jiyaneke nû ji bo xwe danî. Li ser vê bingehê di kesayetiya xwe de pêşketinên mezin afirand. Li gel vê yekê êdî xwe amade dît ku derbasî qada şer a li Metînayê bibe. Li ku derê şer hebûya gerîla Jiyan berê xwe dida wê derê. Qet nedisekinî. Derbasî herêma Metînayê bû û veguherî parçeyek ji berxwedana lehengî ya li Metînayê.
TENÊ ARMANCEK XWE HEBÛ, PÊKANÎNA AZADIYA GEL Û RÊBERTÎ
Gerîla Jiyan dema derbasî herêma Metînayê bû her gerîlayên di oxira vê xakê de canê xwe feda kirin anî bîra xwe û sozek da xwe; 'Heta ku sax bim ez ê li ser şopa şehîdan bim û bi hemû hêza xwe li dijî dagirkeran têbikoşim'. Bi van gotinan Jiyan heta şehadetê dilsoziya xwe nîşan da. Li Avaşînê bi coşeke mezin tevlî şer bû. Dema ku Jiyan li Metînayê bû artêşa Tirk a dagirker dest bi operasyoneke berfireh kir. Gerîla Jiyan li hemberî vê operasyonê bi berxwedanê rabû û derbasî qada Girê Ortê bû. Li vê derê di karê tunelan de bi roleke girîng rabû. Ev tunel hemû ji bo avakirina paşerojeke azad weke berhemeke mezin dît. Li Metînayê şer giran bû.
Li keleha berxwedanê ya Girê Hekarî bi pêşengiya fermandar Nûrî Yekta û Azêyan sekneke Apoyî hate nîşandan. Dagirkeran hemû derfetên xwe bi kar anîn û êrîşên xwe giran kirin. Çekên kîmyewî jî di nav de her cûre çek li hemberî gerîla bi kar anîn. Lê belê li gel êrîşan hemûyan jî gerîlayên berxwedêr ti carî tawîz nedan û derbên giran li dagirkeran xistin. Gerîla Jiyan jî ji bo barê hevrêyên xwe parve bike derbasî refên herî pêş ên şer bû. Di sala 2023'an de dagirkeran vê carê êrîş birin ser Girê Ortê. Gerîla Jiyan û hevrêyên wê berxwedaneke mezin nîşan dan û kirin ku dagirker gelek kuştiyan bide. Dagirkeran ku nekarîn berxwedana li Girê Ortê bişikînin, careke din çekên kîmyewî bi kar anîn. Lê belê ji vê yekê jî nekarîn encamê werbigirin.
Bi pêşengiya fermandar Rustem û Berçem, Jiyan û hevrêyên wê li tunelan şerê bi rûmet meşandin. Ne birçîbûn, ne westandin nekarî wan bisekinîne. Tenê armanceke wan hebû; pêkanîna azadiya gelan û Rêbertî. Gerîla Jiyan 18'ê Kanûna 2023'an di encama êrîşên delweta Tirk a dagirker de li gel hevrêyên xwe Berçem Ûmût (Sûzan Dûman), Rustem Arpêt (Orhan Yakût), Şahîn Nûda (Bedran Gokdemîr) û Ciwan Minbic (Salih Tewfqî) şehîd bû. Gerîla Jiyan û hevrêyên wê bi têkoşîna xwe ya bi biryar li dijî dagirkeran dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo û gelan re nîşan dan.