Şanogerên Amedê li Belçîkayê şanoya 'Jan Dark a Din' lîstin

Şanogerên bajarê Amedê ku ji bo nîşandana lîstika şano ya "Mirina Jeanne d'Arcê ya Din" ev demeke li Ewropayê geşta nîşandana lîstikê dikin, lîstika xwe herî dawî li bajarê Overijse yê Belçîkayê nîşan dan.

Şanoger ku ji serê meha Kanûna 2023'an ve ji bo nîşandana şanoya xwe li Ewropayê ne, di 8'ê mehê de li Berlîn, 11'ê mehê Essen, 13'ê mehê Frankfurt, 15'ê mehê Koln, 17'ê mehê de li paytexta Hollanda Amsterdam û herî dawî jî di 19'ê mehê de li bajarokê Overisje ya Belçîka derketin pêşberî temaşevanan.

Şanoya ku ji hêla nivîskar Stefan Tsanev û nivîskar Berfîn Emektar ve hatiye amadekirin û ji hêla lîstikvan Nurşen Adigüzel, Yavuz Akkuzu û Özcan Ateş ve hate nîşandan, rastî eleqeyeke mezin a şanohezan hat. Kurdistaniyên li Belçîkayê dimînin ew bi tenê nehêlan û bi dilxweşî li şanoyê temaşe kirin. Piştî ku şano bi dawî bû, lîstikvanên şanoyê jî dilxweşiya xwe û spasiya xwe ya ji bo eleqeya mezin a gel ji bo şanoya Kurdî anîn ziman. 

Jan Dark kî ye?

Li gorî efsaneyê, tê gotin ku Jan Dark di temenê xwe yê 12 saliyê de bi rihên  St. Catherine, St. Margearet ve St.Micheal ve ketiye têkiliyê, di şerên sedsalê beşdarî artêşa Fransayê bûye û li dijî Îngilîzan şer kiriye. Paşê dema Îngilîz ew dîl digrin tê gotin, 'Dark kincên zilaman li xwe dike û dengê winda dibîse û kafire'. Di temenê wê ya 19 salî de biryar darvekirina wê didin. Her wiha li gora belgeyên heyî, dema ew zindî tê şewitandin, qîr nedaye û tenê navê pêxember Îsa gotiye. Piştî mirina Jan Dark bi 492 salan ji hêla heman dêrê ve ku biryara kuştina wê dabû, ew weke firîşte (azîze) hate binavkirin. Di roja me ya îro de Jan Dark weke Firîşteya Parastinê ya Fransayê û lehenga neteweyî tê pejirandin. Eger kesek here Fransa, li gelek cihan li peykera wê rast tê û her wiha di derbarê Jan Dark de gelek fîlm û şano jî hatine çêkirin. Her wiha ji bo ku navê Jan Dark were parastin, tevayî notên beriya mirina wê û piştî mirina û her wiha tevayî notên dadgehkirina wê di pirtûkxana neteweyî ya Fransa de têne parastin. 

Hêjayî gotinê ye ku îro jî di nava civakên berxwedêr de gelek şervan navê Jan Dark li xwe dikin û ew nav heya bi roja me ya îro di nava gel de tê bilêv kirin û weke semboleke têkoşer a jin tê dîtin.