Şano sînoran ji holê radike

Şanoger Berfîn Emektar diyar kir, şano beşeke girîng a hunerê ye, bandorê li civakê dike û got, "Şano sînoran ji holê radike."

Şano, bi zimanê latînî dibêjin, “Tiyatro”. Wateyê wê, cihekî ku gel lê temaşe dike ye. Şano xwedî dîrokeke gelekî kevnar e. Di serdema neolîtîkê de ji şanoyê re dibêjin, “Mimess” ango texlît. Di wê serdemê de dema bûyerek gelekî girîng mînak, heke demsal nû dest pê kiribe, mirin çêbûbe, bûyerên asîman çêbûbin dibin mijara şanoyê. Li cihên ji bo şanoya alternatîf ji bo mirovên şanoger an jî ji kesên kar û xebatên şanoyê dikin re salonek mezin û luks ne pêwîst e. Ji bo mirovên şanoger, her cihê ku mirov bikare lê şano bilîze dibe cihê şanoyê. Ji ber ku li her deverê rengê jiyanê cuda ye û zimanê jiyanê jî heye. Her jiyan di nav xweşikî, aheng, êş û zoriyan de derbas dibe. Di nav şanoyê de her hunerek xwedî fikr û felsefê ye û di heman de jî estetîk e.

‘ŞANO SÎNORAN JI HOLÊ RADIKE’

Şanogera jin Berfîn Emektar der barê girîngî û bandora şanoyê de axivî. Emektar anî ziman ku şano wekî beşeke hunerê qadeke girîng e, dema hûn bixwazin peyamekê bidin civakê, hûn bi rêya şanoyê vê peyamê pir rihetî didin. Emktar destnîşan kir ku şano gelek sînoran ji holê radike û wiha axivî: “Wexta hûn bi kesan re li ser hin danûnstandinan tên hemberî hev, şano wan sînorên danûnstandinê ji holê radike.”

‘ŞANOYA KURDÎ XWEDÎ DÎROKEK KEVNAR E’

Emektar da zanîn ku şano li Kurdistanê hêj gelekî nû ye û li ser rewşa şanoyê ya ku di dema me de form girtiye de jî ev tişt got: “Dibe ku wekî form, bi ronahî û hwd şano li ser dike pir nû be, lê dîroka xwe pir kevn e. Hem wekî çîrokbêjiyê, dîsa dîwana dengbêjiyê dibe ku naveroka xwe hinekî cuda be jî mirov pir nêzî şanoyê dikare bibîne. Şano li Bakurê Kurdistanê em dikarin bêjin emrê xwe 25 sal e, li çar perçeyên Kurdistanê jî bidî berçavên xwe dîroka şanoyê hinekî kevin e. Dîsa li Sovyetê kevin e. Belkî berî sed salî Evdilrehîmê Hekarî Memê Alan nivîsî, bekî em dîroka wê heta sed salî biherin, lê di çanda civakan de em dikarin dîroka şanoyê heta 2 hezar salan bibe.”

ŞANOYA ALTERNATÎF

Emektar bilêv kir ku çawa di hemû civakan de şano hebû, di çanda kurdan de jî şano wekî alternatif hebû û di vê der barê de jî ev nirxandin kir: “Di nava kurdan de şahiyên wekî kaxan, beranberdan û dîsa cur bi cur şahî her dem hebûn. Lê wekî form, tekst û sahne pir nû ye.”

‘ŞANO BANDORÊ LI SER CIVAKÊ DIKE’

Emektar bandora şanoyê ya ji hêla pêşxistina ziman de jî rave kir û got ku dema civak bi zimanê xwe li ser dikê şanoyê temaşe dike, gelekî pê bandor dibe, di vî warî de jî ev nirxandin kir: “Li gorî min şano dikare di parastina ziman de roleke girîng bileyze. Hem bandora xwe pir li ser zarokan heye, hem jî bandoreke girîng li mezinan jî dike. Di warê çand û hunerê de qadeke giran biha ye.”

GIRÎNGIYA ZIMAN

Emektar girîngiya şanoyê ya ji bo zarokan jî vegot û aşkera kir ku lîstikên wan ên ji bo zarokan bandoreke mezin li ser zarokan dike, di warê girîngiya ziman a ji bo zarokan de jî ev nirxandin kir: “Mixabin li welatê me zimanê kurdî di qada cemaweriyê, dibistan û hwd. de zêde nayê axaftin. Zarok dema li ser dikê lîstikekê temaşe dikin, pê dihisin ku zimanê wan ne tenê zimanê ku dayik û bavên wan pê diaxivin e. Ji bo wê jî hêj bêhtir bi girîngiya ziman dihesin û xwedî li ziman derdikeve.”

HIŞMENDIYA JINÊ

Hunermenda jin herî dawî der barê rola jinê ya di şanoyê de axivî û diyar kir ku hem di warê şanoya femînîst de û hem jî di gelek waran de şano heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di şanoya kurdî de bê guman keda hevalê jin gelekî girîng e. Lê mixabin wekî qadeke xweser hêj gelek derneketiye pêş. Em vê wekî rexnedayînekê jî digirin dest. Bi rastî ez vê ji bo xwe wekî kêmasiyekî dibînim. Lê hişmendiya jinê di hemû tekstê me de cihê xwe digire. Dîsa di warê peyvên zayendperest de jî em teqes destûr nadin û di her warî de ji bo reng û dengê jinê derkeve pêş em ked û xebata xwe bi pêş dixin.”