Çîrokên ji jiyana rasteqîn: Besna

Rojnamevan-nivîskar Ronî Nasir Kaya hewl dide çîrokên li erdnîgariya Kurdan vebêje. Bi rêya 'Besna' van çîrokên rasteqînî digihîne xwendevanan.

Ronî Nasir Kaya piştî pirtûka xwe ya çîrokan a bi navê "Seccade" vê carê jî pirtûka "Besna" amade kir.

Têkildarî pirtûka xwe ya dawî rojnamevan û nivîskar Ronî Nasir Kaya ji ANF'ê re axivî.

Nasir Kaya bal kişand ser têkiliya rojnamevantî û çîroknivîsê û got, "Amadekirina nûçeyê bi meraq û lêkolînê dibe. Di vê demê de min gelek çîrok bihîst. Hest û xwesteka min a ji bo nivîsandina çîrokan ji berê ve hebû. Li gund bi guhdarîkirina li çîrokan mezin bûm. Kevneşopiya Dengbêjiyê bandor li min jî kir. Çîrok, destanên zarokatiyê û nûçegihanî dema gihîştin hev, hingî min dest bi nivîsandina çîrokan kir."

XWE DISPÊRIM ÇAND Û DÎROKA KURDAN

Nasir Kaya diyar kir ku weke Kurdekî li cografya Kurdan mezin bûye, ew xwe dispêre çand û dîroka Kurdan û got, "Pêwendiya vê yekê bi aîdiyetê heye. Hewl didim çîrok, xweza û dîroka gelê Kurd binivîsînim. Bi zimanekî ku her kes karibe jê fêhm bike. Eger em karin çîrokên gel binşvîsînin û bigihînin nifşên nû, hingî ev yek ji bo me cihê kêfxweşiyê ye."

BESNA JI BER BÛYEREKE QEWIMÎ YE HATIYE AMADEKIRIN

Nasir Kaya anî ziman ku ji bo mêrekî gelekî zehmet e li ser jinan binivîsîne û got, "Bi dîtina min zehmet e ku mêr qala psîkolojî û tundiya li jinê bike. Çîrokên min jî li ser sosyolojiya gelê Kurd e. Di nava rewşeke welê de ku qederperestî û eşîrperestî ewqasî bi bandor e, nedibû ku min li ser nenivîsanda. Besna jî ji ber bûyereke rasteqîn hatiye nivîsandin. Çîroka Nazîme Alir e ku li gundekî Qelqeliyê hate şewitandin û bi vî rengî hate kuştin. Me nûçe li ser wê çêkiribû. Besna çîroka herî dirêj a di pirtûkê de ye. Min rewşa malbatê ya ku lê dima li ber çavan girt. Min hewl da ku tundiya li nava vê civakê li jinê tê kirin di çîroka Besna de vebêjim. Min li ser şivanan nivîsî, li ser çiyayên Kurdistanê, li ser sînorên navbera Kurdan nivîsî. Min çîroka 33 fîşekan nivîsî. Besna ji van hemûyan pêk tê."

DI MIJAR WEŞANXANEYAN DE ZOR Û ZEHMETÎ HENE

Nasir Kaya bal kişand ser zor û zehmetiyên ji ber weşanxaneyan û got, "Pirsgirêkên wan ên aborî heye. Li Tirkiyeyê çend weşanxaneyên yekdestî hene. Weşanxaneyên biçûk jî zêde derfetên xwe nîne, lewma me nekarî bi têrkerî bigihînin ber destê xwendevanan."