Çîrokeke Rojava: Jiyan

Derhêner Halûk Unal bi rêya dokûmantera bi navê "Jiyan" qala şoreşa jinê û peymana civakî ya li Rojava dike. Gala dokûmanterê wê 8'ê Adarê li Efrînê were kirin.

Derhêner û senarîst Halûk Unal, li ser dokûmantera xwe ya bi navê "Jiyan" ku qala şoreşa Rojava dike ji ANF'ê re axivî.

Unal got, zivistana sala 2014'an dema ew li ser çend projeyan dixebitîn êrîşa ji bo dagirkirina Kobanê dest pê kir û bi bîr xist ku Rojava bi rengekî gelekî xurt kete rojeva wan. Unal got, "Wê wextê du agahî gihîşte ber destê min. Ya yekê; pêvajoya li Rojava bû ku navê 'şoreşa jinê' lê dihate kirin. Ya duyemîn jî metna hevpeymana civakî ya li Rojava bû. Dema ku min hevpeymana civakî xwend, min bawer nekir. Ji ber ku li ber destê min destûreke bingehîn a sosyalîst hebû ku kete meriyetê. Dema ku bi van herduyan hesiyam, nedibû ku li şûna xwe bisekinim. Diviyabû biçûma û rastiya vê yekê lêkolîn bikira, fêhm bikira."

Derhêner Unal destnîşan kir ku dema çû Rojava, wî şoreşa jinê û jiyaneke demokratîk û azadîparêz dît û bi rêya jiyana yek ji fermandarên navendî yên YPG/YPJ'ê Jiyan Tolhildan a ji gundê Memala ya navçeya Raco ya Efrînê, biryar da ku dest bi vegotina vê şoreşê bike.

Unal got, ji ber ku wî qala çîroka wê fermandarê kiriye, navê wê "Jiyan" li dokûmanterê kiriye û işaret bi wateya peyva "jiyan" kir.

Derhêner û senarîst Halûk Unal diyar kir ku wî Cotmeha 2014'an biryara amadekirina dokûmanterê daw û got, "Kanûna 2014'an ez çûm Rojava û Çileya 2015'an jî min dest bi kişandina fîlm kir. Mijareke welê bû ku derfet nebû pêşlêkolîna wê bikim. Ne mijareke welê bû ku biçim nava şer, lêkolîna destpêk bikim, piştre vegerim û li ser maseyê amadekariya wê bikim û piştre vegerim û dest bi kişandina dîmenên wê bikim. Ji ber vê yekê li her sê kantonan 7 mehan mam."

Li ser sedema nîşandana fîlm li 8'ê Adarê û li Efrînê, derhêner Unal got, "Bi Jiyan re me soz dan hev ku fîlm destpêkê li Rojava nîşan bidin û bi hev re lê temaşe bikin. Karê studyoyê yê fîlm destpêka Kanûnê qediya. 8'ê Adarê ji bo nîşandana fîlm rojeke girîng e.

Min bi israr xwest ku fîlm li Efrînê were nîşandan. Weke derhêrekî Tirk, eşkere ye ku nikarim gala fîlm li welatê xwe bikim. Eger hûn rastiya Rojva ji bo paşeroja mirovahiyê, ji bo aştiya Rojhilata Navîn girîng û hêja dibînin, wê wextê dewleta Tirk we weke dijmin dibîne.

Fikrê xwe çi dibe bila bibe, eger welatekî çav berdabe welatekî din û dest bi xalîkirina etnîkî kiribe, erk û wezîfeya hunermend û rewşenbîran ew e ku li wî welatî be, bi wî welatî re be.

Ez bang li hemû rewşenbîr û hunermendên li cîhanê dikim ku li dijî vê hewldana nebixêr, bi hunera xwe bên vê derê."