Çalakiyên ji bo yekîtiya neteweyî roj bi roj berfireh dibe

Hunermendên Kurd yên li her çar parçeyên Kurdistanê xebatên yekîtiya neteweyî bi hest û coşeke mezin bi rê ve dibin.

Înîsîyatîfa hunermend û rewşenbîrên Kurd di 25’ê Mijdara 2019 an de bi daxuyaniyeke hevpar li bajarê kolnê ya Elamanya, bang li hêz û berpirsên Kurd kirin ku bila ji bo yekîtiya neteweyî kom bibin.

Bi armanca xizmetkirina ji bo avakirina yekîtiya netewî, hunermendên kurd beriya niha roja 8’ê Çile li Elmanyayê konserek li dar xistibûn û gelek hunermend tevlî wê merasîmê bûbûn.

Îro jî li Stokholmê konsera duyemîn wê bê lidarxistin. Tê payîn ku di konserê de wê ji 4 beşên Kurdistanê hunermend beşdar bibin. Xelîl Xemgîn, Narîn Feqe, Diyar, Hesen Şerîf, Serhedo û Şivan Perwer wê di konserê de derkevin ser dikê.

Hêjayê gotinê ye ku bi vê armancê îro li Swêdê platformek ya ji partiyên Kurdistanî hate damezirandin.