9 sal ceza dan hunermend Demîr

Daraza Tirk bi hinceta gotinên şahideke veşartî bi îdîaya ‘endama têxistinê’ 9 sal ceza da hunermend Dîlan Demîr.

Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê bi hinceta şahidên veşartî û vekirî derbarê hunermend Dîlan Demîr de bi îdîaya ‘endamdiya rêxistinê’ îdîaname amade kir. Li ser erêkirina îdîanameyê bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ derbarê Demîr de li 2’emîn Dadgeha Ceza ya Giran a Mêrsînê doz hate vekirin.

Rûniştina dozê li 2’emîn Dadgeha Ceza ya Giran a Mêrsînê pêk hat. Demîr tevlî rûniştinê nebû, parêzera wê Saabahat Genctarîh tevlî bû. Gençtarîh diyar kir ku muwekîla wê bê sûc e, gotinên şahidên veşartî û vekirî ne rastin û daxwaza berdanê kir

Meqama îdîayê, bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ daxwaza ceza kir.

Heyeta dadgehê jî li gorî dozger tevgeriya û bi heman îdîayê 9 sal ceza da Demîr û daxwaza girtinê kir. Parêzer ji bo Demîr wê serî li dadgeha bilind bidin.