2’emîn Festîvala Wêjeyî ya Kobanê dest pê kir

2’emîn Festîvala Wêjeyî ya Kobanê bi dirûşmeya 'Ji bo peyvên ku hîna nehatî gotin, em li vir in' dest pê kir.

Bi dehan ji wêjevan û rewşenbîrên Bakur Rojhilatê Sûriyê tevlî 2’emîn festîvala wêjeyî ya Kobanê bûn ku bi sernava Helbestvanê Nemir Feqîr Ehmed û bi dirûşmeya 'ji bo peyva ku ku hîna nehatî gotin, em li vir in' dest pê kir.

Hevserokê Desteya Çandê ya Herêma Firatê Ziyad Elî axivî û ev tişt anî ziman: “Dema me dest bi festîvalê kir daxwaza ku bi helbestvan Feqîr Ehmed re bin, lê îro me festival li ser navê wî ji bo bîranîna wî lidar xistiye. Êrîşên dewleta Tirk ne tenê li ser destkeftiyên me ye, lê li ser çanda me ye jî. Armanca me di vê festîvalê de ew e ku rewşenbîrên herêmê di yek hawîrdorê de li Kobanê bicivînin û pênûsên xwe ji bo çanda gelên herêmê bikin yek. Em ê bi pênûsa xwe jî li hemberî dagirkeriyê têbikoşin.”

Piştre semîner di derbarê Wergerê de hat lidarxistin.