KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
YNK’ê piştgirî da biryara PKK’ê
Berdevkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre behsa biryarên ku PKK'ê di Kongreya xwe ya 12’emîn de girtiye kir. -
Nêçîrvan Barzanî: Geşedaneke dîrokî ye
Serokê demborî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo biryarên kongreyê yên PKK’ê got, “geşedanek dîrokî ye.” -
Kalkan: Ti destketî bi hêsanî û bê berdêl nebû
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, "Her kêliya têkoşîna me ya azadiyê ya meşa Apoyî ya 52 salan bi zehmetiyên mezin, bi fedakariya bi lehengî û wêrekî ya li hemberî astengiyan, bi dayina şehîdan hate bidestxistin." -
Dîmenên Kongreya PKK'ê
Encamanmeya Kongreya 12'emîn a PKK'ê ku di navbera 5-7'ê Gulanê de bi serketî hate lidarxistin, hate weşandin. Em çend dîmenan ji kongreyê parve dikin. -
Afirîner û ragirê çanda Apoyî
Cih tê guhertin, lê armanc mayinde ye. Jiyana koçberiyê ya Riza Altûn ku bi koçberiya ji neçarî destpê kir û piştre veguherî tercîheke bi zanebûn, rawestgeha xwe ya dawî çiyayên Kurdistanê bû ku jê re jiyana herî bi wate digot. -
Di kongreya 12'emîn a PKK'ê de 'ji bo destpêkên nû' biryara fesixkirinê
Di kongreya 12'emîn a Awarte ya PKK'ê de biryar hate dayin ku "Ji bo pêvajoya pratîkbûnê ji aliyê Rêber Apo ve bê birêvebirin û meşandin avahiya rêxistinî ya PKK'ê bê fesixkirin." -
Lêgerînekî heqîqetê yê bêrawestan: Alî Haydar Kaytan
Alî Haydar Kaytan li refên herî pêş ê vê meşê bû. Temenê xwe bi lêgerîna watedarkirina her kêliyê derbas kir. Pêşengekî ji dilsoziyê bû. -
Encama danezanê ya PKK'ê hate eşkerekirin: Karên bi navê PKK'ê têne meşandin hemû hatin bidawîkirin
PKK'ê encama danezana kongreya xwe ya 12'emîn eşkere kir. Kongreyê avahiya rêxistinî ya PKK'ê fesix kir, têkoşîne çekdarî û karên bi navê PKK'ê têne kirin hemû bi dawî kir. Kongreyê şehadeta Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ragihand. -
Fermandara min a destpêkê
Hevala Mizgîn ji bo min ne tenê fermandarek bû. Di heman demê de hevalek bû, mamosteyek bû, dayikek bû. Bi dîsîplîna xwe perwerde kir, bi dilrehmiya xwe mezin kir. Deng û qîrîna wê li deşt û çiyê deng veda. -
Leyla Qasim: Dengê berxwedan û rûmetê ye
Leyla Qasim bû dengê gelê xwe û pêşenga berxwedana jinan a li dijî zilma rejîma Baasê. -
Cenazeyê Mûstafa Mesût Tekîk hat veşartin
Cenazeyê Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk ku di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi hezaran kesî ve li kêleka gora xwişka wî rojnamevan Gulîstan Tara hat veşartin. -
Êrîşên Tirkiye yên li ser Başûrê Kurdistanê sêdî 78 zêde bûn
Tîmên Avakirina Aştiya Civakî (CPT) rapora xwe ya meha Nîsanê ya derbarê êrîşên Tirkiyeyê li ser Herêma Federe ya Kurdistanê raporek weşand. -
Li Şirnexê ketina 13 herêman hate qedexekirin: Birîna daran dewam dike
Li Şirnexê birîna daran bû sedema nerazîbûnan. Li gel vê yekê çiyayên Gabar û Cûdî jî di nav de 13 herêm ji aliyê walîtiyê ve hatin qedexekirin. -
Aysel Dogan hate bîranîn
Endama Koma Aştiyê ya Duyemîn Aysel Dogan di salvegera 3'emîn a koça dawî de li Goristana Asrî ya Dersimê hate bîranîn. -
Kolberek ji aliyê hêzên Îranê ve hate qetilkirin
Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê, kolberek ji aliyê hêzên Îranê ve hate qetilkirin. -
Dîmenê Doçka ya hate îmhakirin, hate weşandin
Gerîla TV dîmenê çeka Doçka weşand ku li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate îmhakirin. -
Akengîn: Dewleta Tirk ji bo pêvajo bi rengekî serketî pêş bikeve, divê gavên pêwîst bavêje
Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mustafa Akengîn destnîşan kir ku dewleta Tirk divê bersiveke erênî bide pêvajoya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî destpêkirin û ji bo pêvajo bi rengekî pêş bikeve, divê gavên pêwîst bavêje. -
Dayika ku 34 sal in li cenazeyê kurê xwe digere: Diyariya herî mezin hestiyê kurê min e!
Sîdar Tûtmaz diyar kir ku hestiyên kurê wê Seyfettîn Tûtmaz ê beriya 34 salan şehîd bû, wê ji bo wê bibe diyariya herî mezin a Roja Dayikan û got, "Ez dixwazim aştiyê û gora kurê xwe bibînim." -
Bi hezaran kes çûn şîna Onder
Bi hezaran kes di roja duyemîn de çûn şîna Sirri Sureyya Onder kirin ku li warî wî Semsûrê hatiye danîn. -
Helbesta Rêber Apo ya ji bo zarokan: Hûn bi bêhna biharê hatin
TJA û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê li Amedê merasimek lidar xistin û helbesta ku Rêber Apo ji bo zarokan nivîsandî xwendin. -
Ozel li Wanê ye: Pirsgirêka Kurd heye, divê li meclîsê gav bên avêtin
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel li Wanê axivî û got, “Pirsgirêka Kurd heye.” Ozel, ji bo daxuyaniya PKK’ê ya der barê kongreyê de jî got divê meclîs gavan bavêje. -
Werîşe Muradî: Ez natirsim
Werîşe Muradî ya ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn û li Girtîgeha Evîn tê rehîngirtin, bi nameyekê Şirîn Elemhûlî û hevalên wê Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî û Elî Hayderiyan ên ku di 10’ê Gulana 2010’an de hatin darvekirin, bi bîr anîn. -
Li Şirnexê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî
Li Şirnexê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hate dayîn. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku di çarçoveya banga Rêber Apo de wê xebatên li ser ziman bên domandin. -
Artêşa Tirk a dagirker êrîş dike, gerîla xwe diparêze
Artêşa Tirk a dagirker 545 caran ji bejahî û hewayî ve Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirin. Hêzên gerîla jî li dijî dagirkerên ku êrîş dikin çalakî lidar xistin. -
Li Amedê ‘Înîsiyatîfa Yekitiyê’ hate avakirin
Li Amedê ji bo li ser yekitiya Kurd xebat bên meşandin, ‘Înîsiyatîfa Yekitiyê’ hate avakirin. Civîna ku îro destpê kirî, wê du rojan bidome.