JIN
Hemû Nûçe
-
Jinên Kurd wê li dijî komployê li Moskovayê konferansekê li dar bixe
Li Moskovayê wê li ser Komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konferansek bê lidarxistin. -
Jinên Katalanê ji bo Nagîhan Akarsel stran gotin
Li paytexta herêma xweser a Katalonyayê ya Spanyayê Barcelonayê ji bo Nagîhan Akarsel çalakiyeke bibîranînê hate lidarxistin. -
Ji bo jina li Dûîsbûrgê hate qetilkirin çalakiyek girseyî hat lidarxistin
Bi sedan kes qetilkirina jina ciwan li Dûîsbûrgê protesto kirin û li dijî zîhnîyeta dewletê ku çavên xwe ji qetlîamên jinan re digire, banga rêxistinbûnê kirin. -
Nagîhan Akarsel li Qamişloyê hat bibîranîn
Endama Navendî ya Lêkolînên Jineolojiyê akademisyen, nivîskar û rojnamevan Nagîhan Akarsel ku di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li Silêmaniyê hatibû qetilkirin, li Qamişloyê hat bibîranîn. -
Li Parîsê bûyerên tecawiza kolanan zêde bûn
Li paytexta Fransa Parîsê di hefteyên dawî de bûyerên tecawizê yên li kolanan pir zêde bûn. -
Kovara Jineolojiyê Akarsel bi bîr anî: Têkoşîna wê li her derê deng vedide
Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel bi bîr anî û destnîşan kir ku têkoşîna 'Jin, Jiyan, Azadî' ya Akarsel li her devera cîhanê saleke deng vedide. -
Besê Erzîncan: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me divê em bi her awayî têbikoşin!
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan: Rêber Apo rêberê serdem û mirovahiyê ye. Lewma divê em bi xurtî xwedî li Rêberê xwe derkevin. Weke jin û ciwan divê em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe bi her awayî têbikoşin. -
Li Şengalê civîna li ser komploya 9'ê Cotmehê
Li gundê Dugirê yê Şengalê têkildarî salvegera 25'an a komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê de civînek hate lidarxistin. -
Şervîn Nûdem: Jineolojî û Nagîhan bûbûn yek
Endama Akademiya Jineolojiyê Şervîn Nûdem got, Nagîhan Akarsel ku 'êş, hêz û hêviyên jinê di dilê xwe de hîs dikir' bi Jineolojiyê re bû yek. -
Jineolojî ji bo Nagîhan bû pêngav û zemîna pênasekirinê
Ji Fermandarên YJA Starê Eylem Ronî destnîşan kir ku Jineolojî ji bo Akademîsyen Nagîhan Akarsel bû pêngavek û zemînê pênasekirina xwe. -
Nagîhan Akarsel li Kobanê hat bibîranîn
Endama Navendî ya Lêkolînên Jineolojiyê akademisyen, nivîskar û rojnamevan Nagîhan Akarsel ku di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li Silêmaniyê hatibû qetilkirin, li Kobanê bi merasîmekê hat bibîranîn. -
Li Amedê li dijî sûcên biunîforma peyama xweparastinê hat dayîn
Jinan îstîsmara zayendî ya leşkerên Tirk a li Wanê şermezar kirin gotin; “Em ê li dijî sûcên biunîforma tên kirin bêdeng nemînin. Wan neparêzin, bidarizînin." -
Hedefgirtina Çîgdem Kiliçgun Ûçar hat protestokirin
Jinan hedefgirtina Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar protesto kirin. -
DAKB'ê qirkirina siyasî şermezar kir û banga hevgirtinê kir
DAKB'ê bertek nîşanî operasyonên qirkirina siyasî da û banga hevgirtinê kir. -
MKGP’ê Nagîhan Akarsel bi bîr anî
Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) bi boneya salvegera qetilkirina akademîsyen Nagîhan Akarsel daxuyanî da û got: “Em ê li dijî bêhiqûqî, binçavkirin, girtin û komkujiyan dengê xwe bilind bikin.” -
TJK-E'yê bang kir: 7 û 8'ê Cotmehê dakevin qadan
TJK-E'yê bang li her kesî kir ku di salvegera komploya 9'ê Cotmehê de li dijî tecrîdê li her derê dakevin qadan. -
Jinên ji Gronlandê ji ber 'kontrola zayînê' dozê li dewleta Danîmarkayê vedikin
Jinên ku di navbera salên 1966 û 70'î de bêyî daxwaz û destûra wan ji bo kontrola zayînê spîral bi wan ve hate kirin, amadekariyê dikin ku dozê li dewleta Danîmarkayê vekin. -
Li Qoserê jinek hat qetilkirin
Li Qoserê mêrê bi navê Omer Dûrak, hevjîna xwe Sema Dûrak qetil kir. -
‘Li dijî taciz û tecawiza ên bi unîforma wê têkoşîna jinan bi ser bikeve’
Li Wanê jinan xwest taciza çawîşê pispor protesto bikin. Polsîan êrîşî jinan kir û bi hincera peyva "ên biunîforma" nehiştin daxuyanî bê dayîn. -
TJA: Kesên biunîforma li dijî civakê sûcan dikin
TJA’yê tacîza zayendî ya 6 çawişên pispor li Wanê li jinan kirî protesto kir û wiha got: “Em ê destûrê nedin ku tacîz û tecawizên endamên şerê taybet ên dewletê asayî bibin.” -
ji bo Nagîhan Akarsel li ber saziya NY’ê ya li Qamişloyê çalakî hat lidarxisin
Ji bo akademîsyen Nagîhan Akarsel ku beriya salekê li Silêmaniyê hat qetilkirin, li ber saziya NY’ê ya li Qamişloyê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de nameyek hate xwendin ku ji cihên cuda yên cîhanê zêdeyî 300 kesan îmze kiriye. -
Şandeya jinan a navneteweyî ji bo Nagîhan Akarsel bi NY’ê re civiya
Şandeyeke jinan a navneteweyî ya di bin pêşengiya TJK-E, Akademiya Jineolojiyê û Înîsiyatîfa Edalet ji bo Nagîhan Akarsel, bi NY’ê re hevdîtin kir û xwest ku sûcên dewleta Tirk bên sekinandin. -
Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî 5’emîn kongreya xwe lidar xist
Li bajarê Bîelefeldê Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî 5’emîn Kongreya xwe lidar xist û peyama xurtkirina rêxistinbûnê da. -
Hejmara Cotmehê ya Newaya Jin hate weşandin
Hejmara 223'an a rojnameya jinê Newaya Jin bi manşeta "Ruhê azadiyê bû çavkaniya sûdwergirtinê" hate weşandin. -
Ji bo bîranîna Nagîhan Akarsel wê 'Rojên Jînerjî’ bên lidarxistin
Ji bo bîranîna endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel a ku di encama sûîqeseteke dewleta Tirk a dagirker de sala borî li Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da wê ‘Rojên Jînerjî’ bên lidar xistin.