Ji bo jina li Dûîsbûrgê hate qetilkirin çalakiyek girseyî hat lidarxistin
Bi sedan kes qetilkirina jina ciwan li Dûîsbûrgê protesto kirin û li dijî zîhnîyeta dewletê ku çavên xwe ji qetlîamên jinan re digire, banga rêxistinbûnê kirin.
Bi sedan kes qetilkirina jina ciwan li Dûîsbûrgê protesto kirin û li dijî zîhnîyeta dewletê ku çavên xwe ji qetlîamên jinan re digire, banga rêxistinbûnê kirin.
Li bajarê Dûîsbûrg-Vîerlînden ê Elmanayê, roja yekşemê mêrekî 25 salî li nêzî mala xwe piştî ku tundiyê li hevjîna xwe ya 19 salî û zaroka xwe ya 17 mehî kir, bi wesayîta xwe bi ser wan de çû. Jina ciwan ji ber birînên xwe yên giran di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da, jiyana zarokê jî di xeteriyê de ye.
Qetlîam, bi banga Meclîsa Jinê ya Asya Yuksel, rêxistinên Zora, Young Strugle, Courafe û Prîde Rebellîon hate protestokirin.
Jinên ku li Franz-Lenze-Platzê li hev civiyan, li dijî zîhniyeta dewletê ku çavên xwe ji qetlîamên jinan re digire, banga rêxistinbûnê kirin.
Di axaftina li ser navê Meclîsa Jinê ya Asya Yuksel de, qetlîama jinan hat şermezarkirin û banga mezinkirina têkoşîna li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.
Li gorî lêkolînan, li Elmanyayê bi navînî her sê rojan jinek ji aliyê hevjînê xwe an jî hevjînê xwe yê berê ve tê qetilkirin.