Nagîhan Akarsel li Kobanê hat bibîranîn

Endama Navendî ya Lêkolînên Jineolojiyê akademisyen, nivîskar û rojnamevan Nagîhan Akarsel ku di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li Silêmaniyê hatibû qetilkirin, li Kobanê bi merasîmekê hat bibîranîn.

Endama Navendî ya Lêkolînên Jineolojiyê akademisyen, nivîskar û rojnamevan Nagîhan Akarsel ku di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li Silêmaniyê hatibû qetilkirin, li Kobanê bi merasîmekê hat bibîranîn. Merasîma bîranînê li Parka Evînê hat lidarxistin. Qada merasîmê bi wêneyê Nagîhan Akarselê hat xemilandin.

Merasîm bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di merasîmê de ewilî berdevka Navenda Jineolojiyê ya Kobanê Sadîqa Xilo axivî. Xilo anî ziman ku pergalên desthilatdar ewilî pêşengên civakê yên ku rola wan di pêşxistina civakê de hene, dike arman û got: “Di salvegera yekemîn a şehadeta hevrê Nagîhan de em carek din dibêjin wê têkoşîna jinê berdewam bike. Em ê xeyalên hevrêya xwe û hêviyên wê yên pêşxistina jinolojiyê de pêk bînin.”

Piştî axaftinan sînevziyona li ser jiyana Nagîhan Akarselê hatibû amadekirin hate pêşandan.

Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.