Li Amedê li dijî sûcên biunîforma peyama xweparastinê hat dayîn
Jinan îstîsmara zayendî ya leşkerên Tirk a li Wanê şermezar kirin gotin; “Em ê li dijî sûcên biunîforma tên kirin bêdeng nemînin. Wan neparêzin, bidarizînin."
Jinan îstîsmara zayendî ya leşkerên Tirk a li Wanê şermezar kirin gotin; “Em ê li dijî sûcên biunîforma tên kirin bêdeng nemînin. Wan neparêzin, bidarizînin."
Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKP) û Tora Dijî Tundiyê ya Amedê li dijî polîtîkayên şerê taybet li Deriyê Çiyê daxuyanî dan. Gelek jin, endam û rêveberên Partiya Çapên Kesk, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beşdarî daxuyaniyê bûn û wêneyên jinên hatin qetilkirin hildan.
Daxuyaniya hevpar ji aliyê Komeleya Jinan a Rosayê Berfîn Polat ve hat dayîn. Polat diyar ku di 1’ê Cotmehê de li Wanê ji aliyê çawîşên pispor ên Tirk ve tacîz li jinan hat kirin û wiha got: “Di nava rojê de bi serxweşî tacîz li jinan kirin û heqaret li raya giştî ya ku bertek nîşanî tacîzê dan, kirin. Ev polîtîkayên ku jin û hemû qadên jiyanê dike hedef, êdî bi awayekî vekirî û bêtevdîrî tên meşandin. Cezayên ku divê li ser kiryarên van polîtîkayên şerê taybet pêk bînin, li ser kesên ku xweparastinê pêk anîne jî hatin pêk tînin. Ji ber vê yekê em li vir bi hev re bang dikin. Naparêz in, darixînin. Kiryarên ku bi nasnameya xwe jinan dikin hedef. Nefret û cudakariyê teşwîq dikin. Bêcezakirina dihêle ku sûcdar ji edaletê birevin. Bûyera li Wanê hêrseke mezin di civakê de ava kir."
‘LI DIJÎ UNÎFORMEYAN XWEPARASTINA CIVAKÎ’
Polat got ku ew daxwaza edaletê dikin û wiha axivî: “Wijdanê civakî sûcên berê hatine kirin ji bîr nske û sûcdaran naparêze. Ev rewşa bêhiqûqî wê rojekê bi dawî bibe û roj bê ku kesên sûc dikin derkevin pêşberî dadgehê û li wir hesab bidin. Divê zanibin ku îro çi jî bi salan şûnde kesên ku sûc kirine ji bîra civakî nayên paqijkirin û edalet pêk tê. Em îro li vir helwesta xwe ya li dijî neheqî, nefret û cudakariyê bi zelalî radigihînin. Bêcezakirina berpirsyarên heman polîtîkayan û sûcên ku bi unîformayên li hemberî jinên Kurd pêk tînin, xweparastina civakî derxistiye holê. Em daxwaz dikin ku edalet pêk were. Edalet mafê her ferdê civakê ye û ji bo dadweriyê em ê têkoşîna xwe bidomînin."
NEPARÊZE BIDARIZÎNE'
Polat anî ziman ku ew ê li hemberî sûcên kesên biunîforma tên kirin bêdeng nemînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bi bîr tînin ku tu kes li pêşberî edaletê ne bêpar e. Ev rewşa ku xweparastina civakî derdikeve holê, encama parastina çawîşên pispor û misogerkirina edaletê ye. Dabînkirina edaletê tê wateya dabînkirina aramî û ewlehiya civakê. Em li dijî neheqî û nefreta civakî helwesteke tund nîşan didin û dubare dikin ke wan neparêzin, bidsrizînin!"
Daxuyanî bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" û tilîliyan bi dawî bû.