Şervîn Nûdem: Jineolojî û Nagîhan bûbûn yek

Endama Akademiya Jineolojiyê Şervîn Nûdem got, Nagîhan Akarsel ku 'êş, hêz û hêviyên jinê di dilê xwe de hîs dikir' bi Jineolojiyê re bû yek.

Endama Akademiya Jineolojiyê û Rojnamevan Nagîhan Akarsel sala derbasbûyî (4'ê Cotmeha 2022'an) li Silêmaniyeyê li mala ku lê dima di êrîşeke sûîqestê ya rêxistina îstîxbaratê ya Tirk MÎT'ê de hate qetilkirin. Endama Akademiya Jineolojiyê Şervîn Nûdem di salvegera yekemîn a şehadeta Nagîhan Akarsel de ji ANF'ê re axivî û got, "Hevala Nagîhan sekna jinê, nasnameya azad, hebûna gelê Kurd û azadiya wê di nasnameya jin a Kurd a şoreşger, têkoşîn û rêxistiniya wê de dît."

Şervîn Nûdem diyar kir ku piştî ew tevlî nava karên Akademiya Jineolojiyê bû wê Nagîhan Akarsel nas kir û got, "Di payîza 2016'an de li gundekî Rojava me rojên bi kelecan û nîqaşê derbas kir. Heta wê demê min Jineolojî li ser weşanê û nirxandinên teorîk nas kir, hewl da fêhm bikim. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên jin û jiyanê min dît ku çavkaniyeke mezin a hêviyê ye. Lê belê ev yek wê çawa bibûya? Gelek pirs bi min re hebûn ku min dixwest hîn bibim bê Jineolojîk weke zanistiya civakî ya alternatîf wê çawa pêk were. Ji ber vê yekê ji bo min şenseke mezin bû ku ji hevala Nagîhan guhdarî bikim û hîn bibim bê gavên destpêkê yên bicihanîna karên Jineolojiyê wê çawa be. Bi rengekî kelecan qala rêveçûna kovara Jineolojiyê, nîqaşên li konferansa destpêkê ya Jineolojiyê, beriya hatina Rojava tecrûbeyên lêkolîna civakî ya li Şengalê vegot. Bi naskirina hevala Nagîhan re min Jineolojî ji aliyê wate û girîngiya dîrokî ve hîn bi kûrahî fêhm kir. Lewma Jineolojî û hevala Nagîhan ji bo min yekpare bûn ku wate didan jiyanê, ew bedew dikirin û azad dikirin."

Şervîn Nûdem anî ziman ku dema ew bi Nagîhan re bû, Nagîhan giranî dida ser wê yekê ku Jineolojî ji pênaseyekê çawa dikare weke îdeolojiyekê bibe sazî û got, "Jineolojî ji aliyê îdeolojîk ve weke zanista jiyan û jinê, zanista şoreşa jinê, modernîteya demokratîk û zanista hevjiyana azad pênase dikir û argûmanên wê lêkolîn dikir."

Şervîn Nûdem diyar kir ku dema Nagîhan li Rojava di çarçoveya karên lêkolîna civakî de çû Efrînê û kar kir, ew gelekî bi kelecan bû û got, "Gund bi gund geriya û bi jinan re civiya. li çîroka jinan guhdarî kir. Li ser cografya, mîrateya çandî û dîrokî ya Efrînê agahî, belge kom kir, li şîroveyên jinan pirsî. Gihîşt wê baweriyê ku Efrîn warê bingehîn ê du şoreşê jinê ye. Heta bihara 2017'an ev kar meşand û encamên wê jî di civîneke me de parve kir. Wê demê digot, 'Efrîn hucreya esasî ya çanda jinê ye. Koka me bi rastî jî xurt e'. Dema ku nirxandineke bi vî rengî dikir çavên wê dibiriqî.

Xwedî wê baweriyê bû ku koka çanda xwedawendiyê li her devera Mezopotamyayê ye, li benda jinûve zindîkirinê ye û got, "Bi vê têgihiştin û biryardariyê dixwest karên Jineolojiyê hîn bêhtir li Başûrê Kurdistanê bi pêş ve bibe. Tevî ku hîn dest bi karê li wir nekiribû, li ser projeyên şênber fikirî, nîqaş kir û ji gelek çavkaniyan agahî wergirt."

Şervîn Nûdem destnîşan kir ku Nagîhan Akarsel bi nasname, ruh, aqil, hest û sekna jinê dijiya, têdikoşiya û got, "Daxwaza wê ya xwegihandina ya rast, baş û bedew gelekî xurt bû. Baweriya xwe bi wê dianî ku divê çanda xwedawendiyê li ser koka xwe di vê serdemê de jinûve bê şînkirin. Hebûn, nasnameya azad a jinê û hebûn û azadiya gelê Kurd di nasnameya jinê ya Kurd a şoreşger, têkoşîn û rêxistiniya wê de dît."

Şervîn Nûdem anî ziman ku taybetmendiyeke girîng a Nagîhan ew bû ku li her devera diçû ew der hîs dikir û got, "Hevala Nagîhan bawer dikir ku divê karên Akademiya Jineolojiyê li Kurdistanê li gorî şert û mercên xweser û pêwîstiyan bê meşandin, xwe ji vê yekê berpirsyar didît.

Bi tespîta 'Şoreşa Başûr şoreşa jinê ye' hevala Nagîhan ji bo fêhmkirina sosyolojiya civakî û jinê ya li Başûr hewl da. Mîna bi jinan re dikir, bi mêran re jî karên atolyeyê dimeşand. Di her hevdîtinê de hewl dida ku dîrok, çand û zimanê wê derê hîn bêhtir nas bike û daneheviyên xwe parve bike. Bi her jina ku nas dikir projeyên nû diafirand.

Pirtûkxaneya Jinên Kurd, Navenda Lêkolîn û Arşîvê ji bo hevala Nagîhan 'armanceke mezin' bû, ji bo vê jî bingeh û têkilî danî bû. Vê projeyê piştî şehadeta hevala Nagîhan jî dewam kir. Pirtûkxaneya Jinên Kurd ji aliyê hevalên Nagîhan ve di 24'ê Hezîrana 2023'an de li bajarê Silêmaniyeyê hate pêkanîn."