DAKB'ê qirkirina siyasî şermezar kir û banga hevgirtinê kir

DAKB'ê bertek nîşanî operasyonên qirkirina siyasî da û banga hevgirtinê kir.

Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB) li dijî operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP-MHP’ê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de li ser zextên desthilata AKP-MHP’ê rawestiya û wiha hat gotin: "Li Tirkiyeyê zext û êrîşên li ser bawerî, nasname, hêzên ked û demokrasiyê û jinên ku îdîaya jiyana azad dikin, dewam dikin. Binçavkirina gelek kesên ku Hevseroka me ya DADÊ Kadriye Dogan jî di nav de ye, nayê qebûlkirin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zîhniyeta Nehak dest ji polîtîkayên xwe yên qirkirinê bernade  û wiha domand: “Jiyana me, gav bi gav, kevneşopî, sazî û nirxên baweriya Elewiyan diparêze. Cemxaneyan vediguherînin mizgeftan, bi Wezareta Çandê re asîmîlasyon û qirkirinê dewam dike. Bi ÇEDES'ê re hewl dinin bîra me tune bikin û biryara doza Madimakê ya Sêwasê berdewamiya qirkirinên fizîkî ye."

DAKB'ê daxuyand ku divê kesên di bin çavan de demildest bên berdan û wiha bi dawî kir: "Em bang li hemû jinan bang li jinan dikin ku dengê xwe bilind bikin, bibin xwedî helwest û hevgirtinê."