Li Parîsê bûyerên tecawiza kolanan zêde bûn

Li paytexta Fransa Parîsê di hefteyên dawî de bûyerên tecawizê yên li kolanan pir zêde bûn.

Li gorî rojnameya Le Parîsîen, jineke 27 salî ji polîsan re ragihandiye ku şeva navbera 30’ê Îlonê Şemiyê û 1’ê Cotmehê Yekşemê li kolana Oberkampf (Herêma 11’an a Parîsê) rastî tecawizê hatiye. Serdozgeriya Parîsê jî piştrast kir ku jina ciwan bi sedema ku destdirêjî lê hatiye kirin serî li wan daye.

Li gorî rojnameya Le Parîsîen, bûyer serê sibê saet di 05:00 de pêk hatiye, dema jina ciwan piştî êvareke ku li taxa Stalîngradê bi hevalên xwe re derbas bûye diçû malê qewimiye. Hat îdiakirin ku zilamekî bi bîsîkletê xwe nêzî wê kiriye, li ber dîwar tecawizî wê kiriye

Di hefteyên dawî de li Parîsê gelek bûyerên tecawizê çêbûn. Di serê meha Tebaxê de, jineke 47 salî dema ku li qata zemînê avahiyek li bulvara Charonne (Herêma 11-an a Parîsê) razayî bû, rastî tecawizê hat. Koçberekî Cezayîrî yê 22 salî ku nû ji girtîgehê derketibû, ji ber vê êrîşa zayendî hat binçavkirin.

Çend roj şûnde, jineke Awûstûryayî dema ji bareke li 10’emîn a Parîsê derdiket, li kolanê rastî tecawizê hat.

Jineke 21 salî ragihand ku li bareke li 18’emîn a Parîsê ji aliyê garsonek ve rastî tecawizê hatiye.

Herî dawî di dawiya meha Tebaxê de jineke 55 salî ragihand ku li taxa Batignolles di asansora avahiya xwe de rastî tecawizê hatiye.

Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Polîsan, li Parîsê di navbera 1'ê Çile-31'ê Tebaxa 2023'an de 67 bûyerên tecawizê li qadên cemaweriyê pêk hatine, di sala 2022'an de ev hejmar 69 bû.

Jinên penaber ên li Fransayê jî rastî tundiya zayendî tên. Li gorî lêkolîneke di 17’ê Îlonê de di kovara The Lancet de hat weşandin, çaryeka jinên penaber ên li Fransayê diyar dikin ku bûne mexdûrên şîdeta zayendî. Lêkolîneran hesab kirin ku jinên penaber li giştiya Fransayê ji jinên Fransayê 18 carî bêtir bi tecawizê re rû bi tû dimînin.