JIN
Hemû Nûçe
-
Serdegirtina li ser navenda RJAK’ê: Bila biryara girtinê were betal kirin
Li Silêmaniyê tîmeke asayîşê bêyî biryara dadgehê bi ser navenda Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) girtin û navendê girtin. RJAK’ê bang li rayedaran kir ku biryarê betal bikin. -
YPJ’ê: Şervana me Yildiz Çiya şehîd bû
YPJ’ê, ragihand ku şervana wan Yildiz Çiya di berxwedana Pira Qereqozaxê de şehîd bûye. -
TJA: Abdullah Ocalan yekane hêza çareseriyê ye
TJA’yê derbarê hevdîtina bi Rêber Apo re daxuyaniyek da û got, “Em dizanin yekane hêza çareseriyê ku bikaribe dawî li vê sîstema ku ji bilî krîz, kaos û wêrankirinê ti encamek din nade bîne, Birêz Abdullah Ocalan e.” -
Li gel tundî û zextê sala têkoşînê: 2024
Sala 2024'an bû saleke ji zext û êrîşên li dijî jinê û azadiyê. Lê di heman demê de li gel zext û tundiyê jî jinan di nava salê de dest ji têkoşînê bernedan. -
Yekîtiya Jinan a Elewî ya Demokratîk ji bo çalakiya li Strasbourgê bang kir
Yekîtiya Jinan a Elewî ya Demokratîk têkildarî êrîşên li ser gel û baweriyên li Sûriyeyê daxuyaniyek da û ji bo çalakiya 4'ê Çileyê ya li Strasbourgê bang kir. -
Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî: Li dijî komkujiyan rabin ser piyan!
Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî bang li her kesî kir ku li dijî komkujiyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rabin ser piyan. -
‘Divê hemû jin li dijî êrîşan Şoreşa Rojava biparêzin’
Koordînasyona Kongra Star a Ewropa diyar kir ku dewleta Tirk hilweşîna rejîma Esad weke firsend dît, li ser qadên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê êrîş dan destpêkirin û bang li hemû jinan kir ku Şoreşa Rojava biparêzin. -
Rojnamevanên jin ên girtî: Wê nekaribin çapemeniya azad bêdeng bikin
Rojnamevanên jin ên ji ber qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn protesto kirin hatin girtin gotin, "Em ê her binivîsînin. Wê nekaribin çapemeniya azad bêdeng bikin. Wê nekaribin pêşî li ragihandina rastiyan bigirin." -
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Tecrîd şer giran dike
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê got, "Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan li pêşiya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd asteng e û bandora şer jî giran dike." -
'Divê jin paşeroja Sûriyeya nû ava bikin'
Endama Rêveberiya Meclîsa Jinên Sûriyeyê Arîfe Bekir destnîşan kir ku bi yekîtiya jinan paşerojeke azad dikare bê afirandin û bal kişand ser girîngiya wê yekê ku di destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê de cih ji mafên jinan re bê dayin. -
Li Semsûr û Kirşehîrê 2 jin hatin qetilkirin
Li Kirşehîrê H.A. ya ku 9 mehî ducanî û bi astsûbayekê re zewicandî; li Semsûrê jî Esra Agar li malên xwe bi çekan hatin qetilkirin. -
KJAR-Ewropayê ji bo parastina şoreşa jinê bang kir
KJAR-Ewropayê ragihand ku êrişên li ser Rojava êrişa li dijî şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' ye û ji bo parastina destketiyên şoreşa jinê ya Rojava bang kir. -
SOHR: Ji destpêka salê û vir ve li Sûriyeyê 227 jin hatin qetilkirin
SOHR'ê ragihand ku ji destpêka sala 2024'an û vir ve li Sûriyeyê 227 jin hatin qetilkirin. -
TAJÊ bang li parlamenta Swîsreyê kir: Bikin ku dewleta Tirk û DAÎŞ bêne darizandin
TAJÊ ji parlamenta Swîsreyê re nameyek şand, ku beriya çend rojan qirkirina Êzidiyan nas kir û bal kişand ser metirsiya DAÎŞ'ê ya bi hevkariya dewleta Tirk li ser herêmê tê kirin. TAJÊ xwest, dewleta Tirk û DAÎŞ'ê bêne darizandin. -
Werîşe Mûradî: Têkoşîn û berxwedan didome
Girtiya jin a siyasî ya Kurd Werîşe Mûradî ya li Îranê girtî ye di peyama xwe ya bi boneya 22’yê Kanûnê Roja Jin û Dayikan de diyar kir ku ew ê berxwedan û têkoşîna xwe bidomîne. -
Rojnamevana ku li ber heqareta polîsan rabû, kete ber lêpirsînê
Derheqê nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Deger de lêpirsin hate vekirin ku Deger li hemberî heqaretên zayendî yên polîsan nerazîbûnên xwe nîşan dabû. -
TAJÊ komkujiya Parîsê şermezar kir
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) komkujiya Parîsê şermezar kir û diyar kir ku kesên komkujiya Parîsê pêk anîn, heman kes in ku îro li Rojavayê Kurdistanê komkujiyan dikin. -
Jin çûn serdana şîna Cîhan Bîlgîn
Jin çûn serdana şîna rojnamevan Cîhan Bîlgîn a hatî qetilkirin. -
Rojnamevanên jin ên Başûr: Ew ê nekaribin çapemeniya azad bêdeng bikin
Rojnamevanên jin ên Başûrê Kurdistanê, nerazîbûn nîşanî qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dan û gotin, “Dewleta Tirk ji Çapemeniya Azad ditirse. Ti hêz wê nekaribe çapemeniya azad bêdeng bike.” -
KJK: Heta ku kujerên rasteqîn bêne darizandin, em têkoşînê mezin bikin
Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya salvegera dueymîn a Komkujiya Parîsê ya Duyemîn bang li gel kir ku heta kujerên rasteqîn bêne darizandin têkoşînê mezin bike û ji bo çalakiyên ji 23'ê Kanûnê heta 11'ê Çileyê banga tevlîbûnê kir. -
Deklarasyona Meclîsa Jinan a Sûriyeyê
Meclîsa Jinan a Sûriyeyê têkildarî pêvajoya li welêt deklarasyonek ragihand û ji bo gavên bên avêtin, bang kir. -
ROJIN: Hovîtî nikare şopdarên heqîqetê bitirsîne
ROJIN’ê qetilkirina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan şermezar kir û got, “Kesên ku di tarîtiyê de xwe vedişêrin, bila her tim ji lêgerîvanên heqîqet û ronahiyê bitirsin. Hovîtî û komkujiyên we, nikare me şopdarên heqîqetê bitirsîne.” -
YPJ’ê nasnameya 2 şehîdên berxwedana Tişrîn û Qereqozaqê ragihand
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Arjîn Merwan û Zeyneb Welat ên di berxwedana Tişrîn û Qereqozaqê şehîd bûne bi bîr anî û got, “Li dijî dijmin bêyî dudilî û bêtirs li ber xwe dan.” -
Konferansa 3'yemîn a Jinên Kurd a herêma Krasnodarê pêk hat
Konferansa 3'yemîn a Jinên Kurd a Herêma Krasnodarê ya Rûsyayê hate lidarxistin. -
TJK-E: Soza me ji şehîdên Parîsê re, em ê şoreşa jinê mezin bikin
TJK-E’yê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Emîne Kara, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil bi bîr anîn û agahiyên têkildarî dîroka çalakiyên ji bo protestokirina komkujiyên Parîsê, parve kir.