Rojnamevana ku li ber heqareta polîsan rabû, kete ber lêpirsînê
Derheqê nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Deger de lêpirsin hate vekirin ku Deger li hemberî heqaretên zayendî yên polîsan nerazîbûnên xwe nîşan dabû.
Derheqê nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Deger de lêpirsin hate vekirin ku Deger li hemberî heqaretên zayendî yên polîsan nerazîbûnên xwe nîşan dabû.
Derheqê nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Deger de lêpirsin hate vekirin ku Deger di dema sersaxiya rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bilgin ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin de ji aliyê polîsan ve heqaretên zayendî lê hatibûn kirin.
Walîtiya Mêrdînê ragihand ku têkildarî Oznûr Deger a ku li hemberî heqaretan nerazîbûnên xwe nîşan daye, bi hinceta ‘’heqaretkirina li karmendê dewletê’’ lêpirsin daye destpêkirin.
Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) têkildarî lêpirsînê got: ‘’Em pergala ku heqaretên zayendî bê ceza dimînin û rojnamevan tên cezakirin qebûl nakin. Em li gel hevala xwe ne.’’