YPJ’ê nasnameya 2 şehîdên berxwedana Tişrîn û Qereqozaqê ragihand
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Arjîn Merwan û Zeyneb Welat ên di berxwedana Tişrîn û Qereqozaqê şehîd bûne bi bîr anî û got, “Li dijî dijmin bêyî dudilî û bêtirs li ber xwe dan.”
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Arjîn Merwan û Zeyneb Welat ên di berxwedana Tişrîn û Qereqozaqê şehîd bûne bi bîr anî û got, “Li dijî dijmin bêyî dudilî û bêtirs li ber xwe dan.”
Fermandariya YPJ’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku di berxwedana Tişrîn û Qereqozaq a 8’ê Kanûnê (2024) de 2 şervanên wan Berfîn Mihemed (Arjîn Reşîd Merwan) ve Zeyneb Mihemed'i (Zeyneb Welat) şehîd bûne.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Ji 27’ê Mijdarê ve hêzên çete yên ser bi dewleta Tirk li Sûriyeyê ketine tevgerê û li dijî gel jî êrîş, destdirêjî, zordarî, talan û qirkirinê pêk tînin. Li beramberî vê rewşê hêzên parastina gel li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşan berxwedaneke bêmînak dimeşînin. Bi taybet li xeta Qereqozaq û bendava Tişrînê bi rojan e şervanên azadiyê, li dijî her cure êrîşên hewayî û bejahî ku yekser ji hêla dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê ve bênavber pêk tên, bi biryardarî û baweriyeke mezin şoreşa xwe diparêzin.
Rêhevalên me Zeyneb Welat û Arjîn Reşîd Merwan di encama êrîşa balafirên bêmirov û bi çek a dewleta qirker û faşîst a Tirk de 8’ê Kanûnê gihîştin şehadetê.
Berfîn Mihemed bi nasnav Arjîn Reşîd Merwan û Zeyneb Mihemed bi nasnav Zeyneb Welat wek du jinên têkoşer yên azadîxwaz, li dijî êrîşên çeteyên ser bi dewleta faşîst ya Tirk, li eniya Qereqozaxê ji bo parastina ax û welatê xwe, di oxira jiyaneke wekhev û yekgirtina gelan de, bedena xwe kirin mertal, têkoşîneke mezin meşandin.
Şehîd Zeyneb Welat ji bajarê berxwedanê Kobanê hate cîhanê û hîna ji zarokîniya xwe de têkoşîna azadiyê nas kir. Destanên şehîdên berxwedaniya Kobanê, her kêliya jiyana wê xemiland û di wê de jî bû bingeha eşqeke mezin ji bo azadiyê. Ji tevlîbûn û şehadetên di malbatê de jî bandor bû û di sala 2022 de tevlî nava refên YPJ bû.
Şervana me Zeyneb Welat li beramberî her cure êrîş û dagirkeriya li ser welatê xwe, dilê wê tejî hestên tolhildanê bû. Bi jiyana azad û yekîtiya gelan heya dawiyê bawer dikir û vê jî di wê de israr û hewldana xwe avakirinê li ser bingehê felsefeya Rêber Apo xurtir kir. Karî ku di demeke kin de pîvanên milîtantiyê û xeta jina azad ya ku serî natewîne, bi serbilindî dimeşe û tu cure bindestî û mêtîngeriyê qebûl nake, di xwe de ava bike. Ew bû xwedî jîneke birûmet. Ji ber dizanî ku bêyî azadî û rûmetê tu nirxê jiyanê tune ye. Jiyan an wê azad were jiyîn, yan jî di oxira azadiyê de were fedakirin. Wê jî bêyî dudilî û bêyî tirs xwe bi hestên azadiyê araste kir û di şerê giran yê li Qereqozaxê jî bersiv ji dijmin û neyaran re da.
Şervana me Arjîn Reşîd Merwan li bajarê Efrînê di malbateke welatparêz de hate cîhanê. wek gelê Efrînê, wê jî wateya ax û welatperweriyê ji kûr ve hîs kir. Lewma di pêvajoyên ku li herêmê alozî û şereke dijwar rû dida, wê jî wek ciwanekê berpirsyariya parastinê hilgirt ser milên xwe û tevlî nava refên şoreşê bû. Rêhevala me Arjîn Merwan li ser şopa xalê xwe yê Şehîd Welat Efrîn ku di salên 90’de li çiyayên azad li beramberî dagirkeriyê şer kir û şehîd bû û Kurxalê xwe Welat Êrîş ku di sala 2013 şehîd bû, meşa xwe ya şoreşgerî ava kir. Di şerê rizgarkirina Şehba, Berxwedana Serdemê û Berxwedana Rûmetê de beşdar bû û wek milîtanekê ku xwe di şer de pispor kiriye, roleke girîng leyîst. Her tim li ser rastiya şer û êrîşên dijmin lêhûrbûn dikir. Lewma hewl dida ku wek şervanekê xwe di hemû qadên şer de bi taybet jî di branşa sabotajê de pêş bixîne ku bikaribe bi her awayî li dijî dijmin têkoşîn bike.
Rêhevala Arjîn xwedî karektereke dilgerim û civakî bû. Bi hemû hevalên xwe re ji nêz ve elaqedar dibû, jiyana şoreşgerî bi hemû ziraviyên wê fêr dibû û fêr dikir. Ji bo wê beriya her tiştekê rêhevaltî û pîvanên şoreşgeriyê dihat. Lewam di pîvanan de tucar tewîz nedida û bi radîkal têkoşîn dikir. Wiha jî ne tenê bi fîzîkî li beramberî dijmin şer dikir, herwiha li beramberî hercure bandorên sîstemê jî şereke xurt û bêyî navber dimeşand. Wê jî wek bi hezaran şehîdên nemir, navê xwe di nav rûpelê lehengên welatê xwe de nivîsan û dê tucar neyê jibîrkirin.
Em şehîdên xwe yên azadiyê bi rêz û bi minetdarî bi bîr tînin. Ji malbatên rêhevalên xwe Arjîn Reşîd Merwan û Zeyneb Welat re, ji gelê xwe û hemû rêhevalan re sersaxî dixwazin û didin diyarkirin ku di van rojên ku li beramberî gelên me û destkeftiyên şoreşê, bi taybet di kesayeta jinê de êrîşên dijwar û hovane pêk tên, emê heya dawiyê berxwedana xwe ya azadiyê bidomînin û emê ji her cure êrîş û dagirkeriyê jî hesaba dîrokî bipirsin.
Em ji gelê xwe yê welatparêz re jî bang dikin ku ji her demekê bêtir li kêleka şervanên xwe bisekinin, bi feraseta Şerê Gel ê Şoreşgerî xwe birêxistin bikin û çawa ku bi caran me îsbat kiriye ku jiyana azad teqez biser dikeve, em vê serkeftina xwe dubare nîşanê cîhanê bidin. Bi vî awayî jî emê bikaribin ji hemû şehîdên xwe yên leheng re bibin bersiv, tola wan hilînin û xeyalên wan pêk bînin.”
Nasnameyên şehîdan
Nav û Paşnav: Berfîn Mihemed
Nasnav: Arjîn Reşîd Merwan
Navê Dayik: Cîhan
Navê Bav: Mistefa
Dîrok û Cihê Şehadetê: 08.12.2024 / Qereqozaq
Nav û Paşnav: Zeyneb Mihemed
Nasnav: Zeyneb Welat
Navê Dayik: Fatime
Navê Bav: Faris
Dîrok û Cihê Şehadetê: 08.12.2024 / Qereqozaq