SOHR: Ji destpêka salê û vir ve li Sûriyeyê 227 jin hatin qetilkirin

SOHR'ê ragihand ku ji destpêka sala 2024'an û vir ve li Sûriyeyê 227 jin hatin qetilkirin.

SOHR

Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ji destpêka sala 2024'an û vir ve li Sûriyeyê 227 jin hatin qetilkirin.

Di daxuyaniya SOHR'ê de hate ragihandin ku 82 jin yekser bûn hedefa êrîşê, 27 jin ji ber mayinên ji ber şer mayî hatin qetilkirin.

Hate ragihandin ku 14 jin jî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, 3 jin ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatin qetilkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, 91 jin jî bi rêbazên cuda hatin qetilkirin.

SOHR'ê par diyar kiribû ku li Sûriyeyê 241 jin hatin qetilkirin.