Îro li Navenda Metro ya Silêmaniyê, gelek sazî û rêxistinên cuda yên ragihandinê, derbarê êrîşa li ser rojnamevanên li Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, daxuyanî hatin dayîn. Li ser navê rojnamevanên jin ên Başûrê Kurdistanê Tewar Adil axivî.
Tewar Adil, diyar kir ku dewleta Tirk di tevahiya dîrokê de destê wî di nava xwîna Kurdan de heye û destnîşan kir ku gelê Kurd 100 sal in li dijî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe didin.
Her wiha Tewar Adil, destnîşan kir ku çapemeniya azad li beramberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ser gelê Kurd, ji bo ronîkirina rastiyan rolek girîng û bandorker leyîstiye.
Tewar Adil got: “Hedefgirtina rojnamevanên azad ji aliyê dewleta Tirk ve derdixe holê ku ew dewletê çiqas ji rojnamevanên azad ditirse. Me di dema borî de şahîdî ji şehîdxistina rojnamevanên jin Nagîhan Akarsel, Gulîstan Tara û Hêro Behadîn ji aliyê dewleta Tirk re kir. Em tekez dikin ku em ê li ser rê û şopa wan berdewam bikin.”