ÇALAKIYÊN SALVEGERA KOMKUJIYÊN PARÎSÊ
Tevgera Jinên Kurd Li Ewropayê (TJK-E) têkildarî salvegera komkujiya 9’ê Çileya 2013’an a li paytexta Fransa Parîsê ku yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn), Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) hatin qetilkirin û komkujiya 23’yê Kanûna 2022’yan a li Parîsê ku Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdûrrahman Kizil hatin qetilkirin, daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de têkildarî dîroka çalakiyên ji bo protestokirina komkujiyên Parîsê, agahî hatin dayîn û ev tişt hate gotin, “Em hevrêyên xwe yên ku di her du komkujiyan de hatine qetilkirin bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin; em soza xwe ya hesabpirînê dubare dikin. Ji Komkujiya Parîsê ya sala 2013’an û vir ve konsepta êrîşa li dijî jinan didome. Dîsa li Bakurê Kurdistanê 3 jinên Kurd ên pêşeng Sêvê Demir, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar; li Rojava Hevrîn Xelef, Jiyan Tolhildan, Dayê Aqîde; li Başûrê Kurdistanê Nagihan Akarsel, Feryal Suleyman Xalid, Gulistan Tara, Hêro Behadîn û gelek hevalên me hatine qetilkirin.”
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin bilêvkirin: “Weke Tevgera Jinên Kurd Li Ewropayê ji sala 2013’an û vir ve, em têkoşîna xwe ya edalet û hesabpirsînê didomînin. Tevî ku hate îspatkirin komkujiya yekemîn a 9’ê Çileyê ji aliyê MÎT’ê ve hatibû plankirin, doza komkujiyê bi darizandinê encam nebû. Di komkujiya duyem a Parîsê de jî kujer hate girtin, lê belê tevî 2 salên derbas bûyî daxuyaniyek jî ji raya giştî re nehat dayîn. Di doza her du komkujiyan de jî ‘biryara nepeniyê’ ya dewleta Fransayê, tê wateya parastina faîl. Di heman demê de dibe sedemê êrîş û cînayetên siyasî yên nû. Weke jinên Kurd ên li Ewropayê, mîna her sal em ê îsal jî ji bo hesabpirsîna komkujiyên Parîsê li qadan bin.
KUJER DIYAR E! FRANSA ÇIMA BÊDENG E!
Di serî de Fransa em ê li tevahî Ewropayê çalakiyên ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Parîsê lidar bixin û bi dirûşmeya ‘Kujer Diyar e! Fransa Çima Bêdeng e! em ê car din hesabê ji qirkeran bipirsin. Em ê li dijî hêzên ku bûne hevkarê qirkeran, helwesta xwe nîşan bidin.”
Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Ji 23’yê Kanûnê û şûn ve di serî de Parîs, em ê li tevahî welatên Ewropayê di 9’ê Çileyê de çalakiyên protestoyî, meş û xwepêşandanên bîranînê lidar xistin. Çalakiyên me wê bi mîtîng û meşa mezin a ku wê di 11’ê Çileya 2025’an de li Parîsê bê lidarxistin, bi dawî bibe.
Em ê destûr nedin ku jin di nava tarîtiyan de winda bibin. Em ê şoreşa jinê mezin bikin. Li ser vî bingehî di serî de hemû pêkhateyên me em bang li hemû gelê Kurd, jinên Kurd ên li Ewropayê, hemû rêxistinên jinan ên ji şoreşa jinê û nirxên demokrasiyê bawer in, hêzên sosyalîst û demokratîk, hemû dostên me yên alîgirê vê têkoşîna gerdûnî dikin ku beşdarî çalakiyên 23’yê Kanûnê, 9’ê Çileyê û 11’ê Çileyê bibin.”
DÎROKA ÇALAKIYÊN PROTESTOYÎ Û XWEPÊŞANDANÊN JI BO BÎRANÎNÊ
*23’yê Kanûnê: Li ber Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ku Komkujiya Parîsê ya Duyemîn lê qewimî ye, wê di saet 11.37’an de ku saeta komkujî lê hatiye kirin e, rêz bê girtin. Piştre wê dengbêjî bê guhdarkirin. Bernameya bîranînê wê di saet 18.00’an de destpê bike. Malbatên şehîdên Parîsê, pêkhate û nûnerên TJK-E’yê, siyasetmedar, endamên rêxistinên jinan û rewşenbîrên Fransayê wê beşdarî bîranînê bibin. Ji dervey axaftinan, wê helbest û muzîkên derbarê şehîdên Parîsê bê guhdarkirin.
*9’ê Çileya 2025’an: Li seranserê Ewropayê wê li ber balyozxaneyên Fransayê, çalakiyên protestoyî yên girseyî bên lidarxistin. Di saet 11.00’an de li Parîsê wê ji ber Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya heta Buroya Enformasyonê ya Kurd ku komkujiya Parîsê ya 1’emîn lê pêk hat, meş bê lidarxistin. Piştî meşê wê li ber Buroyê mîna her sal daxuyanî bê dayîn. Di saet 18.00’an de wê li şaredariya 10’emîn a Parîsê bi tevlîbûna parêzerên doza Komkujiyên Parîsê ya 1’emîn û 2’yemîn panel bê lidarxistin.
*11’ê Çileya 2025’an: Roja Şemiyê wê mîtîng û meşa navendî, bê lidarxistin. Meş wê di saet 10.00’an de ji ber Gare du Nord destpê bike.