TJA: Abdullah Ocalan yekane hêza çareseriyê ye

TJA’yê derbarê hevdîtina bi Rêber Apo re daxuyaniyek da û got, “Em dizanin yekane hêza çareseriyê ku bikaribe dawî li vê sîstema ku ji bilî krîz, kaos û wêrankirinê ti encamek din nade bîne, Birêz Abdullah Ocalan e.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî hevdîtina parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder ku di 28’ê Kanûnê de bi Rêber Apo re pêk anîbû, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku rêya aştiyeke bi rûmet a li dijî şer dikare bi siyaseta demokratîk were vekirin û ev tişt hatin gotin:

“Weke Tevgera Jinên Azad; Rêberê Gelan Birêz Abdullah yekane hêza çareseriyê ye ku wê me ji vê zilma ku bi şer, komkujî û qirkirina bi destê mêran li hemû gelan bi taybet jin, ciwan, zarok û komên baweriyan dimeşîne. Netew-dewletên serdest û di qonaxa xwe ya niha de ji bilî kaos, krîz û wêrankirinê ti encamek nade. Ji Tirkiyeyê heta Filistînê; Ji Efganîstanê heta Îranê; Rêya aştiyeke bi rûmet a li dijî şer, ji Sûriyê heta Rojava, mîna ku bi xwe jî bal kişand ser bi siyaseta demokratîk dikare were vekirin.

Em di wê baweriyê de ne ku çareseriya şeran bi têkoşîna hevpar û tifaqên ku hêzên demokrasiyê wê bi hêvî û wêrekiyê ava bikin, pêk were. Zîhniyeta ku li Rojhilata Navîn dibêje yan mirin yan jî teslîmiyet îflas kiriye. Çareserî wê li ser esasê siyaseta demokratîk, li ser rêya 3'yemîn ku temînata azadî û wekheviya jin û gelan e, pêk were. Yên ku wê vê zemînê ava bikin û biparêzin bêguman tevger û kesayetên civakî yên sosyalîst, şoreşger, demokrat, femînîst û antî-kapîtalîst ên li Tirkiyeyê ne, îtîfaqên me yên navneteweyî ne.

‘ÇARESERIYA DEMOKRATÎK WÊ BI BERXWEDANÊ RE PÊK WERE’

Em ê ji şerên ku îmhaya herî mezin li jinan tê kirin, bi têkoşîna xwe ya azadiyê derkevin; Ya rast ev e ku çareserî wê bi hêza xweser a me jin û gelên ku hewl didin di van şeran de bikevin zindanan pêk were. Weke TJA’yê, têkoşîna ku em dibêjin şikandina tecrîda li ser civakê bi şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelan Birêz Abdullah Ocalan ve girêdayî ye, parçeyek ji vê rastiyê ye. Civîna li Îmraliyê pêk hat careke din hêvî û hêza çareseriya demokratîk nîşan da. Bêguman berxwedana azadiyê ya jin û gelên ku ji bo rakirina tecrîdê têdikoş in, bi vê hêviyê tê xwarin û ji bo rakirina tecrîda mutleq wê têkoşîna xwe bidomîn in. Em dizanin ku ev pêngav şefaf, pêbawer û li ser nirxên civakî ye; Îstîqrara ku wê veguhere aştiyeke bi rûmet, mayînde û çareseriya demokratîk jî wê bi berxwedanê pêk were. Em ê di daxwaza xwe ya aştiyeke bi rûmet û çareseriya demokratîk de bi helwesteke bi rola xwe ya pêşengtiyê re israr bikin. Em bang li hemû jinan û raya giştî ya demokratîk dikin ku li ku dibin bila bibin, li vê rêya ku em ê bi hev re azad bibin, bibin yek."