JIN
Hemû Nûçe
-
Kongra Star: Em ê li hemberî tundî, dagirkerî û qirkirinê bêdeng nemînin
Kongra Star bang li her kesên ku dilê xwe ji bo azadiyê lê dide kir ku di salvegera 10'emîn a qirkirina Şengalê da dakevin qadan û têkoşînê mezin bikin. -
KJAR: Êdî civaka Şengalê bi îdeolojiya Rêber Apo dikare xwe biparêze
KJAR’ê bi boneya 10’emîn salvegera Fermana 74’an a li ser Êzidiyan, daxuyaniyek weşand û got: “Êdî gel û civaka Şengalê bi perwerdekirin û rêxistinkirina xwe li gorî felsefe û îdeolojiya Rêber Apo, dikare di her qadê de xwe biparêzin.” -
REPAK: Berxwedan û têkoşîn wê pêşiya komkujiyan bigire!
REPAK’ê bi boneya 10’emîn salvegera Komkujiya Şengalê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: ‘’Berxwedan û têkoşîn wê pêşiya komkujiyan bigire!’’ -
TAJÊ daxwaza edaletê kir
TAJÊ têkildarî fermana 3'ê Tebaxa 2014'an dosyayek ji Serokwezîrê Iraqê û wan welatan re şand ku ferman weke jenosîd qebûl kirine û daxwaza darizandina sûcdaran û bicihanîna edaletê kir. -
YPJ'ê soz da: Heta rizgarkirina hemû jinên Êzidî yên dîlgirtî em ê têbikoşin
Berdevka YPJ'ê di salvegera 10'emîn a qirkirina Şengalê de daxuyaniyek da çapemeniyê û got, "Heta ku hemû jinên Êzidî yên ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin revandin bêne rizgarkirin û li xaka xwe ya pîroz Şengalê vegerin, em ê têkoşîna xwe dewam bikin." -
Tola komkujiya 3'ê Tebaxê bi rêxistinî û xweparastina jinê dikare bê hilanîn
Koordînasyona KJK'ê ji ber salvegera 10'emîn a fermana 3'ê Tebaxê ya li Şengalê daxuyaniyek da û got, "Bi rêxistinî û xweparastina jinê tola vê komkujiyê dikare bê hilanîn." -
YPJ'ê 2 jin û zarokeke Êzidî rizgar kir
YPJ'ê 2 jin û zarokeke Êzidî ji çeteyan rizgar kir. -
YPJ'ê cezayê îdamê yê li Îranê şermezar kir
Fermandariya Giştî ya YPJ'ê cezayê îdamê yê li aktîvîstên mafên mirovan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî hatiye birîn şermezar kir. -
Rojnamevanên jin li dijî biryarên îdamê daxuyaniyek hevpar dan
Rojnamevanên jin ên Başûrê Kurdistanê cezayên îdamê yên li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî hatine birîn, şermezar kirin û bang li hemû rojnamevanên jin û welatparêzan kirin ku li dijî van cezayan rabin. -
Jinên Kurd ên li Ewropayê dadikevin qadan: Bibin dengê xweparastinê
Bi pêşengiya TJK-E û SMJÊ di 3'ê Tebaxê de wê li gelek bajarên Ewropayê bi dirûşma 'Li dijî qirkirina jinê bibin dengê xweparastinê' çalakî bêne lidarxistin. -
KBDH: Em dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ berz bikin û pêşî li darvekirinan bigirin!
KBDH’ê bal kişand ser biryarên darvekirinê yên li Îranê û got, “Em dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ berz bikin û pêşî li darvekirinan bigirin. Em deng û hêza xwe li kolanan bikin yek.” -
‘Em îradeya xwe radestî ti kesî nakin’
Jinên ku tevlî 3’yemîn Konferansa Jinên Iraqî bûn, diyar kirin ku ew îro li Iraqê yek dengin û êdî çi bibe jî îradeya xwe radestî tu kesî nekin. -
Girtiyên li Girtîgeha Evînê ji bo Pexşan Ezîzî banga piştevaniyê kirin
Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê cezayê îdamê ya li rojnamevan Pexşan Ezîzî hatî birîn, protesto kirin. -
ROJIN’ê banga rawestandina îdaman kir: Em bikevin nav liv û tevgerê
Komeleya Rojnamevanên Jin bertek nîşanî biryarên îdamê yên Îranê da û got: “Em bang li hemû saziyên çapemeniyê û rêxistinên jin dikin ku ji bo rawestandina cezayê îdamê, bikevin nav liv û tevgerê.” -
Jiyan Hisên: Divê mîrasa berxwedana jinan li Rojhilata Navîn û cihanê belav bibe
Endama Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Hisên diyar kir ku şer bandorê li ser jin û zarokan dike û got, “Divê destkeftî û berxwedana ku jinan di Şoreşa Rojava de bi dest xistiye bibe malê hemû jinan.” -
Kongra Star: Bi hêza jin em ê dawî li desthilatdariyê û dewletê bînin
Kongra Star li dijî biryara darvekirinê ya derbarê rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî û aktîvîst Şerîfe Muhammedî hatî dayîn, daxuyanî da û got: “Em ê li dijî her sûcên li ser jinê rabin û em ê tokoşîna xwe bilindtir bikin.” -
Jinan nerazîbûn nîşanî cezayên îdamê yên li Îranê da
Jinên Iraqî û Êzidî cezayên îdamê yên ku dewleta Îranê li rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî û aktîvîst Şerîfe Muhammedî birî, şermezar kirin. -
Her nefesa wê strana azadiyê bû
Şehîd Zîlan a ku bi ruhê xwe awazên azadiyê dikêşand cerga xwe, her nefesa wê strana berxwedanê bû. Dema ku bi vîna xwe rûmeta azadiyê bilind kir, navê wê di nava refên berxwedanê de hat bibîranîn. -
Li Brukselê ji bo Pexşan Ezîz û Şerîfe Muhammedî çalakî hat lidarxistin
Kurdistanî û çalakvanên siyasî bi armanca şermezarkirina cezayê darvekirinê ya li parêzvanên mafên jinan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî hatiye birîn li ber balyozxaneya Îranê ya Brûkselê kom bûn û çalakî lidar xistin. -
TJK-E: Em li dijî dewleta Îranê ya dijminê jinê, banga têkoşîna hevpar dikin
TJK-E’yê nerazîbûn nîşanî dewleta Îranê da ku cezayê îdamê li parêzvanên mafên jinan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî birî û got: “Em li dijî dewleta Îranê ya dijminê jinê, banga têkoşîna hevpar dikin.” -
Konferansa Jinên Iraqî bi dawî bû
Konferansa 3’yemîn a Jinên Iraqî ku bi pêşengiya TAJÊ û Weqfa Jinên Iraqî li Bexdayê hat lidarxistin, bi eşkerekirina encamnameyê bi dawî bû û peyama li dijî qirkirina jinan xwe bi rêxistin bikin hat dayîn. -
Fermandara YPJ’ê: Em ê li dijî her cure tundiyê li ber xwe bidin
Li Bexdayê bi wesîleya nêzbûna salvegera fermana sala 2014’an, jinên Êzidî û Iraqê konferans li dar dixin. Konferas bi xwendina peyaman dewam dike. Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Sozdar Dêrik got, “Em ê li dijî her cure tundî û êrîşan li ber xwe bidin -
KJAR: Werin em bi hev re cezayên darvekirinê yên nemirovî rawestînin
Civaka Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) têkildarî sepandina cezayên darvekirinê li ser çalakvanên jin diyar kir ku desthilata Îranê ya baviksalar bi vê yekê tolê ji jinan distîne. KJAR’ê ji bo rawestandina van cezayan bang kir. -
Nûjiyan Îsyan jineke ji Mêrdînê ya wêrek û zana bû
Bi qasî ku çalakvaneke wêrek û jêhatî jî bû şervaneke wisa bû ku taybetmendiyên dêrîn ên erdnigariyê bi zanatiya çiyayî re gihandibûn hev. Ji Avaşîn ku vejîna xwe lê pêk anîbû heya rêwîtiya xwe ya Xakurkê weke jineke Amazonî bi taybetmendiyên xwe yên şerv -
Li Bexdayê Sêyemîn Konferansa Jinên Iraq û Êzidî tê lidarxistin
Li Bexdayê di salvegera fermana Êzidiyan de bi dirûşmeya ‘Em bi têkoşîna xwe ya hevbeş bibin dengek ji bo parastina jinan ji jenosîdê’ Sêyemîn Konferansa Jinên Iraq û Êzidî dest pê kir.