BI DÎMEN

‘Em îradeya xwe radestî ti kesî nakin’

Jinên ku tevlî 3’yemîn Konferansa Jinên Iraqî bûn, diyar kirin ku ew îro li Iraqê yek dengin û êdî çi bibe jî îradeya xwe radestî tu kesî nekin.

3’yemîn Konferansa Jinên Iraqî û Êzidî ya bi boneya salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an bi pêşengtiya Rabîta Jinên Iraqê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Mûnazama Or a çand a ji bo jin û zarokan, bi dirûşma ‘Bi têkoşîna hevgirtî li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê’ beriya du rojan li Bexdayê pêk hat. Di konferansê de ferman, tundiya li ser jinan, têkoşîna jinan a li dijî pergala mêrsalarî, netewa demokratîk û çareserî hatin niqaşkirin.

Li ser girîngî, armanc û hedefa konferansê, jinên ku tevlî konferansê bûn ji ajansa me re axivîn, sekin û helwesta xwe anîn ziman.

‘EM SOZA TOLHILDANÊ DIDIN’

Endama tevgera azadiya jinên Êzidî Edûl Şengalî da zanîn ku ew ê ti carî fermanê ji bîr nekin û wiha got: “Em jinên Êzidî û Ereb ji gelek navçeyên Îraqê îro li Bexdayê kom bûne. Me konferansek lidar xistiye ji bo bîranîna fermana 2014 ku ti carî nayê jibîrkirin. Em sozê didin wan esîrên ku ketine destê çeteyê DAÎŞ, em ê ne sekinin ta ku em tola wan hilînin û em hesab ji wan kesên ku bûne sedema fermanê bixwazin. Em bang li hemû dewletên navnetewî dikin ku hesab ji wan kesên bûne sedemê fermana ser civaka Êzidî, bixwazin. Ew kes bûne sebeb ku serê zarokên me bên jêkirin, bi darê zorê goştê wan bi dayîkên wan dane xwarin û ta roja îro keçên me li bazara tên firotin. Xortên me hemû çavên wan hatin girtin û bi saxî hatin binax kirin. Kal û pîrên me di qefesan de hatin şewitandin. Dewlet nema keçên me nebirinê. Keçên me yên 9 salî hatin tecawiz kirin. Ev di tu dînî de nayê qebûl kirin .’’

Endama tevgera azadiya jinên Êzidî Edûl Şingalî di dawiyê de da zanîn ku ew civakeke aştîxwazin û wiha got: “Niha dixwazin ku em çeteyên DAÎŞ’ê efû bikin û bînin ser axa Şengalê. Em weke dayikên Êzidî emê qebûl nekin û li himber hikumeta Iraqê û hemû kesî bisekinin. Tu kes nikare DAÎŞ’ê efû bike û vegerîne Iraqê. Ciwanên me ta niha di zindana Îraqê de ne û hikumê îdamê li ser wan heye lê Iraq wan bernade, lê mixabin dixwazin çeteyan efû bikin. Em ê careke din nebin kolê tu kesî. Îro parastina me ji meye, keç û xortên me ne yê ku me diparêzin. Em dîsa axa şengal nadin kesî. Şengal ya Şehîdên mîna Zerdeşt, Seyîd û Dijware. Kesên weke Mihemed Xelîl bila pilanan li ser civaka Êzidî neke, ger ku dibêje ez Êzidî me bila weke mirovan fikir bike. Bila li keçên êsîr xwedî derkeve û tiştekî ji bo azadiya wan bike. Em dibêjin Êzidî nebin roj nîne, em miletek aştîxwazin. Roj roja aştî û serkeftinê ye.”

‘EM BI JINÊN ÊZIDÎ RE NE’

Muhendis Newal EL-Feyilî jî li ser armanca xwe ya beşdarbûna konfiransê axivî û da zanîn ku ew dengekin bi jina Êzidî re û wiha got: “Îro em beşdarî konferansa sêyemîn ya jina Êzidî bûn, ya ku bi boneye salvegera fermana sala 2014’an hatiye lidarxistin. Em îro li dijî komkujiya ku li dijî jinên Êzidî hat kirin û li dijî sûcên ku li dijî wê hatin kirin, bi jinên Êzidî re ne û hemû êşên wê parve dikin.”