BI DÎMEN

Jiyan Hisên: Divê mîrasa berxwedana jinan li Rojhilata Navîn û cihanê belav bibe

Endama Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Hisên diyar kir ku şer bandorê li ser jin û zarokan dike û got, “Divê destkeftî û berxwedana ku jinan di Şoreşa Rojava de bi dest xistiye bibe malê hemû jinan.”

Yekemîn şaristanî, civakbûyîn û afirînerî li derdora jinê ava bûye. Jin di xwezaya xwe de nêzî xwezayê ye û yek ji taybetmendiyên jinan avakirina jiyanê ye, civakê bi rêve dibe û li ku derê jin hebe li wir aştî heye. Ji ber vê yekê jin xwedawend in. Bi derketina sîsteman re û bi ferzkirinên li ser civakê re xwestin rola jinan di civakê de paşve bibin. Pirsgirêka îro li Rojhilata Navîn diqewime çavkaniya xwe ji sîstema Kapîtalîzmê digire. Ev sîstem di serî de li dijî jinê hat şixulandin da ku rola jinan a di civakê de ji holê bê rakirin.

‘QURBANIYÊN ŞER Û ALOZIYAN JIN Û ZAROK IN’

Endama Rêveberiya Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Hisên têkildarî xebatên jinan ji ANF'ê re axivî. Jiyan Hisên diyar kir ku li seranserî herêmên Rojhilata Navîn îro şer û alozî heye û yê ku dibin qurbaniya vê rewşê jin û zarok in û wiha got, “Di sedsala 21'emîn de eger em îro li hemû cîhanê û Rojhilata Navîn binêrin şer û alozî li her derê heye. Bi taybet li Rojhilata Navîn şerên mezin diqewimin. Şerê Xezeyê, di heman demê de şerê Ûkrayna û Rûsyayê, qirkirinê li ser gelên van herûman tê meşandin û yên ku herî zêde di wir de dibin qurbaniya van şer û aloziyan jin û zarok in. Li ku derê şer biqewime jin rastî koçberiyê tên. Mînakên vê li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Cereblûs, El Bab û Ezazê yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin tên dîtin. Li van herêmên dagirkirî sûcên mîna tecawiz, revandin û qetilkirin li ser jinan tê meşandin. Jin nikare bi nasnameya xwe wek jin xwe biparêze, li kêleka van binpêkirinan dixwazin bi rêya madeyên hişbir jî kiryarên xwe ser jinan bidin meşandin.”

SÎSTEM HEWL DIDE PÊŞIYA JINAN BIGIRE

Jiyan Hisên anî ziman ku ev kiryar li her derê Rojhilata Navîn li ser jinê tê meşandin û wiha berdewam kir: “Li herê derê Rojhilata Navîn rojane bûyerên bi vî awayî li ser jin tên kirin. Mînak komên bi navê îslamê sîstema xwe ferz dikin. Ev kom li Sûriye û Iraqê DAÎŞ bû û li Efganistanê Talîban e. Li Efganistanê piştî desthilatî ji destê Talîbanê derket, jin bi awayekî serbest tevlî xebatan dibûn. Kengî dîsa Talîban, Efganistanê dagir kir, dîsa hemû mafên jinan ji holê hatin rakirin û zextên li ser jinan dijwartir bûn. Li Îranê jî Jîna Emînî bi hinceta serê xwe nenixumandiye û porê wê li derveye hat şehîdkirin. Ev jî nîşan dide ku rê li pêşîya pêşketina jin digirin.”

JINAN LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ SÎSTEMA XWE AVA KIRIN

Di dewama axaftina xwe de Jiyan Hisên destnîşan kir ku bi despêka meşa azadiyê re şoreşa Rojavayê Kurdistanê bandora xwe li ser hemû jinên Rojhilata Navîn kir û wiha pêde çû: “Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jinê xwe nas kir û bi avakirina YPJ'ê re bû cihê hêz û moralê. Hemû jin xwe di nav de bibîne û ev yek bandoreke mezin li ser jinên Rojhilata Navîn û hemû jinên cihanê kir. Çawa jin li hember DAÎŞ'ê çeka xwe rakir bi vê yekê re diyar bû ku jin dikare li her derê xwe pêş bixe. Jinan li Rojavayê Kurdistanê di milê aborî, çandî, diplomasî û siyasî de jî sîstema xwe ava kir. Bi taybet di Sîstema Hevserokatî de cara yekem li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat pêşxistin û diyar bû ku ev gavek mezin û pêşketî ye.”

JINAN BI ŞOREŞÊ RE XWE NAS KIRIN

Jiyan Hisên di nav axaftina xwe de anî ziman ku her çiqas gef û êrîş hebin jî ew ê dev ji destkeftiyên xwe bernedin û got, “ Li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi avakirina evqas sazî û rêxistinên jinan û destkeftiyên mezin hatine bidestxistin jî pêşengên jin ên şoreşê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hedef tên girtin û şehîdkirin. Li ser jinên li herêmên dagirkirî ne zext û zordarî zêde bûne. Jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu car ji xeta azadiyê û destkeftiyên ku di şoreşê de bi dest xistine paşve gav neavêtine û navêjin. Ji bo wê di sedsala 21'emîn de ku weke sedsala azadiya jinê tê naskirin, gelek êrîş û qirkirin li ser jinan tên meşandin. Lê di vir de jinê hebûna xwe naskir û da ku xwedî li van nirxan derkeve divê têkoşîn û berxwedan berdewam bike.”

PIRSGIRÊKÊN JINAN JI HEV QUT NABIN

Endama Meclîsa jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Hisên di dawîya axaftina xwe de diyar kir ku divê ev destkeftiyên ku di şoreşa Rojava de hatine bi destxistin bibin ên hemû jinan û wiha bi dawî kir “Ev divê ji bo hemû parçeyên Kurdistan û herêmên Rojhilata Navîn her li pêş be. Jin li ku derê dibe bila bibe her jin e û pirsgirêkên jinan ji hev qut nabe. Ev destkeftiyên ku hatine bidestxistin ji dîrokê ve heta roja me hatine. Ji bo wê mîrasa wan jinan divê li Rojhilata Navîn û li her derê belav bibe. Ev destkeftiyên ku di şoreşa Rojava de hatine bidestxistin bibe malê hemû jinan da ku ew jî bi hêz bibin, bi xwe bawer bibin û ji bo xwe li ber xwe bidin û têbikoşin. Da ku ew jî li hember van kiryaran rabin û yekîtiya xwe ava bikin.”