BI DÎMEN

Li Bexdayê Sêyemîn Konferansa Jinên Iraq û Êzidî tê lidarxistin

Li Bexdayê di salvegera fermana Êzidiyan de bi dirûşmeya ‘Em bi têkoşîna xwe ya hevbeş bibin dengek ji bo parastina jinan ji jenosîdê’ Sêyemîn Konferansa Jinên Iraq û Êzidî dest pê kir.

Di 10’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de ya li ser Êzidiyan, li salona Otela Koşka Sedîr li Bexdayê bi însiyatîfa Komeleya Jinên Iraqê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi dirûşmeya ‘Em bi têkoşîna xwe ya hevbeş bibin dengek ji bo parastina jinan ji jenosîdê’ konferanseke girîng dest pê kir.

Nûnerên partî û rêxistin û eşîrên Şengalê û xizmên qurbaniyên fermana 2014’an beşdarî konferansê bûn.

Konferans dê heta êvarê berdewam bike û tê pêşbînîkirin ku tevî nirxandina fermana 2014’an û sedemên wê, dê girîngiya rêveberiya xweser a Şengalê jî bê nirxandin.