Jinên Kurd ên li Ewropayê dadikevin qadan: Bibin dengê xweparastinê

Bi pêşengiya TJK-E û SMJÊ di 3'ê Tebaxê de wê li gelek bajarên Ewropayê bi dirûşma 'Li dijî qirkirina jinê bibin dengê xweparastinê' çalakî bêne lidarxistin.

ÇALAKIYÊN 3'Ê TEBAXÊ

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) û Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) di 3'ê Tebaxê de li gelek bajarên Ewropayê bi dirûşma 'Li dijî qirkirina jinê bibe dengê xweparastinê' çalakiyan lidar dixin.

Têkildarî çalakiyan daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, "Bi nêzîkbûna 3'ê Tebaxê re em rêxistinên jinan ên li Ewropayê ji bo qirkirina DAÎŞ'ê ya sala 2014'an li Şengalê li dijî gelê Êzidî kir, di salvegera 10'emîn de şermezar bikin, careke din dadikevin qadan. Em vê dema ku dewama polîtîkayên bênasnamehiştin, kolekirin, destdirêjî û zilma li Êzidiyan e, bi hezaran carî şermezar dikin."

'DI 3'Ê TEBAXÊ DE JIN HATIN QIRKIRIN'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di vê komkujiyê de ku di bin serweriya Dewleta Îslamê de hate kirin, bi taybetî jinan êşên giran kişandin. Bi hezaran jin ên ciwan ên Êzidî û zarok hatin revandin, li bazarên koleyan hatin firotin, destdirêjî li wan hate kirin. Ji 3548 jinên dîl hatin girtin heta niha tenê 1207 hatin rizgarkirin. Hîn jî aqûbeta jinên winda nayê zanîn bê sax in an na, lê belê hêviya malbatên wan a ji bo dîtina wan, her wiha têkoşîna di vê oxirê de dewam dike. Ev qirkirina ku weke şerma herî mezin a sedsalê kete hişê me, ji bo me qirkirinek li hemberî tevahiya cîhanê û jinan e.

Di salvegera 10'emîn a vê hovîtiyê de ji bo Êzidiyan û hemû hindekariyên bindest, ji bo parastina azadî, wekhevî û edaletê em di nava piştevaniyê de ne. Ji qirkirinê û vir ve me dît ku li Şengalê jiyan, çand û civak tê tinekirin. Piştî vê komkujiyê ku lîderên wan û kesayetên girîng hedef hatin girtin û kuştin, Êzidî li hev kom bûn, ji bo xwe ji komkujiyeke nû biparêzin rêxistiniyên xwe yên xwerêveberî û xweparastinê afirandin. Tevî vê yekê jî gefê mezin li ser destketiyên wan hene.

Dewleta Tirk û hevalbendên wan di 9'ê Cotmeha 2020'î de ji bo tinekirina van rêxistinî û saziyên xwerêveberî û xweprastinê û jinûve bicihanîna sîstema xwe ya zordariyê, peymanek mohr kirin. Gelek caran dewleta Tirk bi balafirên bêmirov êrişî xweseriya Şengalê kir. Dewleta Tirk ku piştevanê herî mezin ê Dewleta Îslamê ye, bi êrişên bi rêya ÎHA'yan sivîlan û zarokan dike hedef. Em biryardarî û soza xwe ya ji bo pêkanîna Êzidxana xweser û azad dubare dikin ku hesreta Mam Zekî Şengalî, Bêrîvan Şengalî, Zerdeşt Şengalî û Agît Civyan bû."

'JI BO GELÊ ÊZIDÎ XWESERÎ ŞERT E'

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo gelê Êzidî xweserî şert e. Em bang dikin ku li hemberî van êrişan yekîtî bê kirin. Her wiha bang li civaka navneteweyî dikin ku di vê têkoşînê de piştgiriya me bike. Ji bo naskirina qirkirina ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de hate kirin û hesabpirsîna ji sûcên li dijî civaka Êzidî em daxwaza avakirina dadgeheke navneteweyî dikin. Gelekî girîng e ku DAÎŞ û milîsên Îslamî yên ji qirkirina civaka Êzidî berpirsyar in ji kampan (Holê) bêne vekişandin û li welatên wan ên li Ewropayê ji ber encamên çalakiyên xwe bêne darizandin. Ji bo pêşî li êş û hilweşînê bê girtin, divê êrişên hewayî yên li ser Şengalê bêne rawestandin.

Li ser vê bingehê bi pêşengiya TJK-E û SMJÊ wê di 3'ê Tebaxê de li gelek bajarên Ewropayê bi dirûşma 'Li dijî qirkirina jinê bibe dengê xweparastinê' çalakî bêne lidarxistin. Em bang li jinan û tevahiya gelê xwe û dostên xwe dikin ku bi xurtî tevlî çalakiyan bibin."

DEM Û CIHÊ ÇALAKIYAN

Li gorî daxuyaniyê dem û cihê çalakiyan bi vî rengî ne:

Çalakiyên di 2'ê Tebaxê de bêne lidarxistin:

Bremen
Saet: 15.00
Cih: Am Marktplatz

Helsingborg
Saet: 17.00
Cih: Gustav Adolfs torg

Çalakiyên di 3'ê Tebaxê de bêne lidarxistin:

BELÇÎKA

Liege
Saet: 18.00
Cih: Pêşiya Stasyonê

AWÛSTÛRYA

Viyana
Saet: 18.30
Cih: Parlamento


ELMANYA

Saarbrücken
Saet: 17.00
Cih: Europa Galerie

Frankfurt
Saet: 13.00
Cih: Rathenau Platz

Leipzig
Saet: 15.00
Cih: Augustusplatz

Stuttgart
Saet: 14.00
Cih: Königstr./Ecke Marstallstr.

Düsseldorf
Saet: 15.00
Cih: Platz des Landtages 1/Pêşiya Parlamentê

Berlin
Saet: 18.00
Cih: Bebel Platz/ Unter der Linden

Hannover
Saet: 12.00
Cih: Steintor Platz/Am Steintor

Göttingen
Saet: 12.00
Cih: Gänseliesel

Kiel
Konê Agahdarkirinê
Saet: 15.00-17.00
Cih: Europaplatz

München
Saet: 15.00
Cih: Sendlinger Str. 8


SWÎSRE

Zürich
Saet: 16.30
Cih: Helvetiaplatz

Lausanne
Saet: 13.00
Cih: Église Saint-Laurent


SKANDÎNAVYA

Stockholm
Saet: 15.00
Cih: Sergels torg

Kopenhag
Saet 13.00
Cih :Gammeltorv

Oslo Norveç
Saet: 15.00
Ceh: Tønsberg Torv


ÎNGILISTAN

London
Saet: 17.00
Cih: trafalgar Square/WC2N 5DS


HOLLANDA

Amsterdam
Saet: 13.00
Cih: Central- Station


FRANSA

Villers-le-bel ve Drancy
Cih : Villers-le-bel Gar
Saet : 18.00

Montes-la-jolie
Stant û agahdarkirin
Cih: Gar
Saet: 17.00

Marsilya
Saet : 10.00
Cih : Cenieber/Marsilya."