BI DÎMEN

Fermandara YPJ’ê: Em ê li dijî her cure tundiyê li ber xwe bidin

Li Bexdayê bi wesîleya nêzbûna salvegera fermana sala 2014’an, jinên Êzidî û Iraqê konferans li dar dixin. Konferas bi xwendina peyaman dewam dike. Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Sozdar Dêrik got, “Em ê li dijî her cure tundî û êrîşan li ber xwe bidin

Jinên Iraqê û Êzidî bi wesîleya nêzbûna fermana sala 2014’an li paytexta Iraq Bexdayê konferansa 3'yemîn li dar dixin. Konferansa ku bi dirûşma ‘Bi têkoşîna hevgirtî li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê’ bi xwendina peyaman dewam dike.


Di konferansê de peyama Kurdên Feylî ji aliyê berpirsyara Kurdên li Feylî Newal Wehab ve hat xwendin. 

Wehab da zanîn ku amadebûna wan a divê konferansê de ji bo piştevaniya hemû jinên Êzidî ye û wiha got: “Em îro ji bo hemû jinên Êzidî yên rastî tundî û çewisandina hovane hatine li vir in û piştevaniya xwe nîşan didin. Têkoşîna me ya hevpar ne tenê dirûşme berzkirine, erkek mirovî û exlaqî ye ku em li hemberî her jinên Êzidî yên ku mafên wê tên binpêkirin û jiyana wê di bin tehdîdê de ye, deyndar e. Ji bo parastina jinên Êzidî pêwîste em bibin dengekî xurt û bibandor, hewl bidin ku zagon û polîtîkayên ku tundî û cudakariyê didomînin biguherînin. Divê em piştgirî bidin sazî û komeleyên ku ji bo parastin û alîkariyê ji jinên rizgarbûyî re bêwestan dixebitin.”

‘WERIN EM BI HEV RE XEBATA XWE BI HÊZ BIKIN’

Newal Wehab banga têkoşîna hevpar kir û wiha domand: “Pirsgirêkên ku em pê re rû bi rû ne gelek in, lê bi vîna xwe ya hevpar em dikarin cudahiyek çêbikin. Divê em bi hev re, jin û mêr, hikûmet û rêxistinên civaka sivîl, ji bo avakirina cîhanek ku tê de mafên jinên Êzidî bê parastin û jiyana wan misoger û ewle be, bixebitin. Di dawiyê de em spasiya hemû kesên ku di vê têkoşînê de cih digirin ked, dem û derfetên xwe ji bo piştgirî û parastina jinên Êzidî didin, dikim. Werin em bi hev re xebata xwe bidomînin, bibin dengek ku li hember neheqiyê bêdeng nemînin û dadmendî û wekheviya ku em hemû lê digerin pêk bînin.”

Piştre jî li ser navê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) peyama Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Sozdar Dêrik a bi dîmen hate guhdarîkirin.

HEVGIRTIN Û TÊKOŞÎN WÊ SERKETINÊ TEQEZ BIKE

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Sozdar Dêrik di peyamê de wiha got: “Konferansa 3’yemîn a jinên Iraqê ya ji bo qirkirina li ser jinên Êzidî pêk hatiye, di serî de wekî YPJ’ê em tevahî hevalên xwe yên jin ên ku di konferansê de amade ne, silav dikim.  Em dibêjin ku salên pir dirêj derbas bûn ku em wekî gel û jin di herêma me de rastî gelek zor û zehmetiyan hatine. Em êrîşên qirkirinê yên mezin ên ku bi destê pergala desthilatdar û bi taybet jî di 10 salên dawî de bi destê DAÎŞ’ê li ser tevahî jinan hatiye kirin, şermezar dikin. Em ê xebatên xwe ji bo rêxistinkirina gelên li herêmê, jin û bi taybetî ciwanan xurtir bikin. Em di wê baweriyê de ne ku eger jin hevgirtina xwe xurt bike, rêxistinbûna xwe berfireh bike û têkoşîn li ser vî esasî bimeşîne, teqez wê serketinê bi dest bixe. Ev serketin wê li tevahiya cîhanê aştiyeke mayînde pêk bîne. Armanca pergala desthilatdariyê qirkirin, tinekirin, binpêkirina mafên civakê ye.”

‘EM BI BIRYARIN KU LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN LI BER XWE BIDIN’

Sozdar Dêrik, banga yekîtî û hevgirtinê li tevahiya jinan kir û got, “Ya ku herî zêde li ber xwe bide û herî zêde çand û hebûna xwe diparêze bi rastî jî yekîtiya jinan e. Weke YPJ’ê di vê demê de ji hemû deman bêtir em ê li ber xwe bidin û jinan biparêzin. Di nava van deh salên dawî de gelek jinên Êzidî ji aliyê yekîneyên me ji destê DAÎŞ’ê hatin rizgarkirin. Ji esareteke mezin hatin parastin. Me wan bi dilxweşiyeke mezin radestî civaka me ya Êzidî kir. Li ser vê esasî, ji vir û pê ve jî ne tenê li cihekî li hemû cîhan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Sûriye, Iraq bi taybetî jî di vê dema dawî de piştî êrîşên dagirkerî û îlhaqa dewleta Tirk a bi destê DAÎŞ’ê tê kirin, li hember wan li tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê em bi biryar in ku li hember her cure tundiyê li ber xwe bidin û hevgirtina xwe bi jinan re bidin çêkirin. Li ser vê esasî banga me weke YPJ’ê ji tevahî jinan re ye ku bi rengekî baldar, bi têkoşîneke xurt li dijî her cureyên êrîşan bisekinin û em bi hev re bi rengekî wekhev yekitiyeke mezin çê bikin. Û em dibêjin bijî yekitiya jinan, bijî berxwedana gelan a li hember hemû dagirkeriyê, bijî Serok Apo, Jin, jiyan, azadî.” 

Li ser navê jinên Ereb Lûma Mihdî wiha axivî: “Em di serî de komkujiya ku hate serê civaka Êzidî şermezar dikin û dibêjin ku ew ferman jin kire hedefa qirkirina xwe. Ji ber ku jin rolekî mezin dilîze di civakê de. Em hemû cureya tundiyê ya li dijî jinan şermzar dikin. Em ji bo yekîtiya gelan her tim amade ne.”

‘HETA KU HEMÛ JINAN AZAD BIKIN EM Ê TÊBIKOŞIN’

Li ser navê Rêxistna Jinên Azad a Kurdistanê Dayê Şeyma jî wiha got: “Komkujiya Şengalê di meha Tebaxê de li bajarê Şengalê û derdora wê pêk hat. Bi hezaran jin û zarokên keç ên Êzidî revandin û qetilkirin di heman demê de heqaret li keçên Êzidî hat kirin. Li pazarên Mûsil, Reqa û deverên din ên di bin kontrola çeteyan de hatin firotin. Em weke Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) piştevaniya xwe heta dawiyê li gel jinên Êzidî diyar dikin. Em dibêjin ta ku jineke Êzidî di destê çeteyan de hebe,  ji bo azadiya wan em ê têkoşîn bikin. Em piştevaniya bi hemû jinên azadîxwaz re parve dikin.”

Piştre li ser navê rêxistina têkoşîna hevpar a Elmanyayê strana ku ji bo jinên Êzidî hatibû amadekirin, diyarî konferansê hate kirin. Her wiha bi domdarî sînevizyona ku li ser fermana 2014’an û têkoşîna 10 salan ya jinên Êzidî hat temaşekirin. 

Konferans bi xwendina peyaman dewam dike.