TJK-E: Em li dijî dewleta Îranê ya dijminê jinê, banga têkoşîna hevpar dikin

TJK-E’yê nerazîbûn nîşanî dewleta Îranê da ku cezayê îdamê li parêzvanên mafên jinan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî birî û got: “Em li dijî dewleta Îranê ya dijminê jinê, banga têkoşîna hevpar dikin.”

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bertekek tund nîşanî cezayên îdamê yên li aktîvîstên jin hatî birîn da. Cezayên îdamê li parêzvana mafên jinan Pexşan Ezîzî 23’yê Tîrmehê, li Şerîfe Muhammedî jî 4’ê Tîrmehê hate birîn. Her du jî di dema binçavkirinê de, rû bi rûyê êşkenceyên giran û pêkanînên dermirovî man.

Di daxuyaniyê de êrîşên bi çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk a faşîst li Başûr û her wiha êrîşên dagirkeriyê yên li Kurdistanê pêk tîne, hate bibîrxistin û ev tişt hate gotin: “Li Rojhilat piştî êşkenceyên giran ên li parêzvana mafên jinan û rojnamevan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî hatine kirin, rejîmê cezayê îdamê li her duyan birî. Em vê yekê şermezar dikin. Ji bo geşkirina têkoşîna hevpar a li dijî rejîma Îranê ya dijminê jinê, em banga piştevaniyê li hemû rêxistinên jinan dikin.”