BI DÎMEN

'Ya ji te re lazim be rahêje, ya ne lazim be bihêle'

Seçkîn da xuyakirin, ku wan li Amedê bi dirûşma "Ya ji te re lazim be rahêje, ya ne lazim be bihêle" dane destpêkirin û destnîşan kir, ku bi vê kampanyayê re ew dixwazin alîkariyê bidin malbatên bûne mexdûrê terora dewleta Tirk.

Li dijî polîtîkayên şer ên kirêt ên AKP/Qesrê, li Kurdistanê bi destê jinan jiyaneke nû tê avakirin.

Xwendekara Lîseyê Sema Seçkîn a li navçeya Amed Rezanê dijî, ji bo malbatên ji ber şerê AKP/Qesrê li Kurdistanê da destpêkirin mexdûr bûn, bi dirûşma "Ya ji te re lazim be rahêje, ya ne lazim be bihêle" da destpêkirin.

Seçkîn li kêleka mala xwe, bi destê xwe dikaneke biçûk vekir û mirovên li herêmê kincên zarokan û jinan, çakêtan, pêlavan, pirtûkan û gelek alavên xwe yên paqij ên dikarin werin bikaranîn tînin didin Seçkîn, ew jî li vê dikanê bi cih dike. Mirovên hewcedar jî tên ji dikana wê van eşyayan ji xwe re dibin.

Seçkîn bi vê kampanyayê ve dixwaze alîkariyê bide malbatên ji Sûrê yên ji ber terora dewleta Tirk neçar man ji malên xwe derkevin. Tevî ku ev proje nû ye û bi tenê du hefte berê hatiye destpêkirin jî gelê Amedê eleqeyeke mezin nîşan dide.

Seçkîn danê sibehê dikanê vedike û ji aliyekî ve li ser dersên xwe dixebite, li aliyê din jî ji bo vê projeya xwe ji gel re ragihîne dikeve nava hewldanan.

Xwendekara Lîseyê Sema Seçkîn ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir, ku ew bi parvekirinê ve kêfxweş dibe. Seçkîn got, "Bûyerên li Sûr, Silopiya, Gever û navçeyên din ên Kurdistanê qewimîn, diqewimin, me her kesî aciz dike. Rewşa dawî ya li Tirkiyeyê li pêş çavan e. Me jî li Amedê projeyeke bi vî rengî dan destpêkirin."

Seçkîn ji eleqeya gelê Amedê ya ji bo kampanyayê kêfxweş e û got, "Nêzîkatiya gelê me me kêfxweş dike. Em, mkincên paqij ên mirovan ên bi kar nînin dişon, ûtî dikin û tînin vê derê. Mirovên pêwîstiya xwe pê hebe tên vê derê ji xwe re dibin."

Seçkîn da xuyakirin, ku ew bawer e gelê Amedê wê berpirsyariya xwe rabe û bi xurtî tevlî vê kampanyayê bibe.

Navnîşana dikana kampanya lê tê meşandin bi vî rengî ye: "Mevlana Halit Mahallesi, Nükhet Coşkun Caddesi, 408. Sokak, Bağlar/AMED."

...