BI DÎMEN

‘Gundê Geçêneyê bi awayê xwe yê siruştî maye’

Kesên ku serdana gundê Geçêneyê dikin, dibêjin qey ev gund bi awayê xwe yê siruştî maye û dibêjin: “Kesên ku serdana vê derê dikin, divê paqijiya jîngeha gund biparêzin.”

GUNDÊ GEÇÊNEYÊ

Gundê Geçêneyê ser bi navçeya Biyareyê ye ku piştî gundên Gulp û Baxekonê tê. Dîroka vî gundî heta 700 sal berî niha diçe û xwedî çand û taybemendiyên xwe ye. Ji 1975’an heta 1980’î rûniştvanên vî gundî ji bo kampên leşkerî yên rejîma Baasê hatin veguhastin û niha tenê bi serdan têne gund.

Ji ber jîngeha paqij û avhewaya wê ya xweşik, hin hemwelatî di demsala bihar û havînê de berê xwe didin vê deverê. Ev yek jî bûye sedem ku ji ber bermahiyên beşek ji vê deverê hêdî hêdî pîs dibe.

Nebez Fayeq ku yek ji serdankeran e, ji ANF’ê re axivî û wiha got: “Hîna siruştîbûn û xweşikbûna vî gundî maye. Lewma geştyar hez dikin ku serdana vir bikin. Lê belê pêwîst e geştyar paqijbûna jîngehê biparêzin û hikûmet jî ji bo geştyaran hin xizmetan dabîn bike.”

Serdankerekî din ê bi navê Berzan Kemal Kasib wiha got: “Jîngeh mîna malên me ye û pêwîst e em paqijbûna wê biparêzin û xizmetê jê re bikin da ku ji bo siberojê bimîne.”