CÎHAN
Hemû Nûçe
-
NY: Îsal 15 jê jin herî kêm 345 kes ji hêla Îranê ve hatin darvekirin
Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) daxuyand ku îsal li Îranê 15 jê jin herî kêm 345 kes hatine darvekirin. -
Êrîşa Ûkrayna ya li ser xaka Rûsyayê dewam dike
Artêşa Ûkraynayê êrîşên xwe yên li hemberî herêma Kursk a Rûsyayê roja Înê jî dewam kir. Li Lîpetks ê bi qasî 300 kîlometre dûrî sînorê Ûkraynayê ye, bi şev agir bi baregeheke leşkerî ket. -
Li Efganîstanê biryar hat dayîn ku karmend rojê 5 caran li mizgeftê nimêj bikin!
Li Efganîstanê rayedarekî payebilind ê rejîma Talîbanê ku rêgezên şerîatê ya herî hişk pêk tîne, fermana da ku karmend rojê 5 caran li mizgeftê nimêj bikin da. Her wiha gefa eger ev ferman neyê pêkanîn wê ceza bê birîn xwar. -
Moskowa li Kurskê rewşa awarte îlan kir
Yekîneyên leşkerî yên Ûkranyayê ketin herêma Kurskê ya Rûsyayê. Li ser vê yekê Waliyê Kurskê Aleksey Smîrnov, da xuyakirin ku rayedaran ji bo ewlehiya santrala nukleerî ya li herêmê rewşa awarte îlan kirine. -
Hêzên Ûkraynayê ketin nava xaka Rûsyayê
Li gorî analîstan, yekîneyên Ûkraynayê bi 10 kîlometreyan ketine nava xaka Rûsyayê. Şerê ku li herêma sînor a Kurskê diqewimin, weke derbekê tê nirxandin ku Rûsya ne li bendê bû. -
Îranê di nava rojekê de 29 kes îdam kirin
Li gorî saziyeke civakî, Îranê roja Çarşemê 26 kes bi komî, bi tevahî 29 kes îdam kirine. -
Wezîrê Îsraîlî xwest Fîlîstînî birçî bê hiştin, YE'yê bi tundî şermezar kir
Yekîtiya Ewropa (YE), Fransa û Qraliyeta Yekbûyî gotinên Wezîrê Maliyeyê yê Îsraîlê Bezalel Smotrich bi tundî şermezar kirin ku gotibû, "Kuştina şêniyên Şerîda Xezeyê ya ji birçîbûna dibe ku mafdar û exlaqî be." -
Xwediyê xelata Nobelê Yûnûs wê serkêşiyê ji hikumeta demkî ya Bangladeşê re bike
Serokkomariya Bangladeşê roja Çarşemê ragihand ku xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Mûhammed Yûnûs wê serokatiyê ji hikumeta demkî re bike. -
Li Îranê kesek din bi hinceta ku tevlî çalakiyên protestoyî bûye hate darvekirin
Reza Resaî yek ji siyasetmedarê Kurde, li Îranê ji ber tevlî serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ bibû piştî hat girtin, hat darvekirin. Hejmara kesên ku di çarçoveya van protestoyan de hatine darvekirin derket 10'an. -
Parlementoya Bangladeşê hate fesihkirin
Piştî prostestoyên ku bi heftayan e li Bangladeşê berdewam in, Serokwezîr Şex Hasîna ji welat reviya. Artêş jî kontrola welat xist destê xwe şûnde parlemento fesih kir. -
Hikûmeta Îngilistanê li dijî tundiya rastgiran tedbîrên nû girt
Hikûmeta Îngilistanê piştî şeva ku gelek bûyerên tundiyê qewimîn, biryar da ku li girtîgêhan têra 500 kesên din jî cih veke û li gel vê hewl dide ku 6 hezar polîsên pispor jî seferber bike. -
Li Iraqê êrişa li ser baregeha DYE'yê: 5 leşker birîndar bûn
Li eyaleta Enbarê ya Iraqê roja Duşemê êrişek li ser baregeha DYE'yê hate kirin. Hate ragihandin ku 5 leşkerên Emerîkî birîndar bûn. -
Li Bangladeşê di rojekê de herî kêm 109 kes mirin
Hat ragihandin ku li Bangladeşê roja Duşemê piştî Serokwezîr Şêx Hasîna îstîfa kir û reviya, herî kêm 109 kes mirin. -
Îsraîl: Wezîrê Aborî yê Hamasê hat kuştin
Artêşa Îsraîlê ragihand ku Wezîrê Aboriyê yê Hamasê Abid El-Sariyi li Xezeyê hatiye kuştin. -
Li Bangladeşê çalakvanan bi ser avahiya Serokwezîr de girtin, îstîfa dan kirin!
Li Bangladeşê xwepêşanderan bi ser avahiya Serokwezîr Şêx Hasîna de girtin. Li gorî çavkaniyên leşkerî Hasîna îstîfa kir. -
Yekîtiya Ewropayê ji ber 'kêmaniya delîlan' serketina Maduro nas nake
Yekîtiya Ewropayê ragihand ku serketina Serokdewlet Nicolas Maduro ji ber 'kêmaniya delîlan' nas nake. -
Dibe ku Îran û Hîzbûllah ji '24 heta 48 saetan' li Îsraîlê bixin!
Li gorî malpera nûçeyan a Axiosê, DYE'yê îdîa kir ku Îran û Hîzbûllah dibe ku di nava 24 heta 48 saetan de êrişî Îsraîlê bikin. -
Li başûrê Lubnanê êrîşên beramber dewam dikin
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê roja Duşemê ragihand ku li başûrê Lubnanê di êrîşa Îsraîlê de ya çend saetan piştî bombebarandinên Hizbullahê, du kesan jiyana xwe ji dest daye. -
Xwepêşandanên li Bangladeşê: Heta niha zêdeyî 300 kes mirin
Li Bangladeşê di xwepêşandanên li dijî hikumetê de roja Yekşemê herî kêm 94 kes mirin. Ji destpêka çalakiyên şermezarkirinê û vir ve zêdeyî 300 kes mirin. -
Li Qraliyeta Yekgirtî tundiya rastgiriya tund: Zêdeyî 90 kes hatin binçavkirin
Li Qraliyeta Yekgirtî di rojên dawî de êrîşên rastgirên tund ên li dijî koçberan zêde bûn. Roja Şemiyê li bajarên cuda nêzî 100 kes hatin binçavkirin. -
Li Îtalyayê du koçberên ji behrê hatibûn rizgarkirin, jiyana xwe ji dest dan
Ewlehiya Peravî ya Îtalyayê roja Yekşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji 30 kesên li peravên rojhilatê Sîcîlyayê hatin rizgarkirin 2 koçberan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Venezuelayê krîza hilbijartinê: Maduro dest ji desthilatdariyê bernade
Li Venezuelayê piştî hilbijartinên serokatiyê, çalakiyên protestoyî dewam dikin. Tengasî zêde dibe û Nicolas Maduro dest ji desthilatdariyê bernade. -
Gelek welatan bang li welatiyên xwe kirin ku Lubnanê tavilê biterikînin
Piştî sûîqestên Îsraîlê yên li Beyrûd û Tehranê, fikarên li ser belavbûna şer zêde bûn. Gelek welatan bang li welatiyên xwe yên li Lubnanê kirin ku tavilê vî welatî biterikînin. -
Îsraîlê êrîşek hewayî pêk anî: Fermandarê Tugaya Kassam hate kuştin
Îsraîlê li Rojavayê Şerîayê êrîşeke hewayî li ser wesayîtekê pêk anî, di êrîşê de fermandarê Tugaya Kassam jî di nav de, 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Fransa bang li welatiyên xwe yên li Îranê kir ku ji welat derkevin
Fransa, da xuyakirin ku bi taybetî piştî kuştina serokê Hamasê xeteriya rageşiyên leşkerî li herêmê zêde bibe heye û bang li welatiyên xwe yên li Îranê kir ku ji welat derkevin.