Li Bangladeşê di rojekê de herî kêm 109 kes mirin

Hat ragihandin ku li Bangladeşê roja Duşemê piştî Serokwezîr Şêx Hasîna îstîfa kir û reviya, herî kêm 109 kes mirin.

Wezîfedarên tenduristiyê û polîsan ragihandin ku roja Duşemê di pevçûnên tund de herî kêm 109 kes mirin. Her wiha roja Duşemê Serokwezîr jî îstîfa kir û reviya derveyî welêt.

Ji meha Tîrmehê ve protestoyên li dijî kotayên wergirtina kar, didomin. Di van protestoyan de bi giştî hejmara miriyan derket 409’an.

BANG LI XELATGIRÊ NOBELÊ HATE KIRIN KU BIBE SEROKWEZÎR

Lîderê tevgera sereke ya li pişt protestoyên li Bangladeşê, roja Sêşemê daxuyanî da û ragihand ku xwendekar dixwazin xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Muhammed Yunus bi demkî were ser hikûmetê.

Tê payîn ku serdarê artêşa Bangladeşê General Waker-Uz-Zaman di saetên pêşiya me de bi lîderên xwenkarên xwepêşandêr re bicive.

Dr. Yunus ê 84 salî, bi vê taybetmendiya xwe tê naskirin ku bi rêya bankaya mîkrofînans bi milyonan mirov ji xizaniyê rizgar kirine. Dr. Yunus pêşengê bankaya mîkrofînans e.

Xelatgirê nobelê yê Bangladeşî, niha li Ewropayê ye. Yek ji alîkarên wî yên nêz, roja Duşemê daxuyanî da û diyar kir ku Dr. Yûnûs ji bo serokatiya demkî ya hikûmetê bike, ti pêşniyar ji artêşê wernegirtine.

Serokwezîra Bangladeşê piştî desthilatdariya 15 salan û protestoyên mehekî, roja Duşemê bi helîkopterê reviya.