Yekîtiya Ewropayê ji ber 'kêmaniya delîlan' serketina Maduro nas nake
Yekîtiya Ewropayê ragihand ku serketina Serokdewlet Nicolas Maduro ji ber 'kêmaniya delîlan' nas nake.
Yekîtiya Ewropayê ragihand ku serketina Serokdewlet Nicolas Maduro ji ber 'kêmaniya delîlan' nas nake.
Konseya Yekîtiya Ewropayê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku wê serketina Maduro ya 28'ê Tîrmehê ya li hilbijartinên serokatiyê ji ber 'kêmaniya delîlan' nas neke.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Konseya Hilbijartinê ya Neteweyî ya Venezuelayê (CNE) tevî ku soza vê yekê da jî hîn raporên navenda hilbijartinê yên fermî neweşandiye. Ji ber ku nebûna delîlên ku vê yekê piştrast dikin, encamên ji aliyê CNE ve di 2'ê Tebaxê de hatin weşandin, nayên naskirin."
Lê belê berevajî DYE û hin welatên din, Yekîtiya Ewropayê xwe neda ber naskirina serketina namzetê muxalefetê Edmundo Gonzalez Urrutia.