Îsraîl: Wezîrê Aborî yê Hamasê hat kuştin
Artêşa Îsraîlê ragihand ku Wezîrê Aboriyê yê Hamasê Abid El-Sariyi li Xezeyê hatiye kuştin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku Wezîrê Aboriyê yê Hamasê Abid El-Sariyi li Xezeyê hatiye kuştin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku El- Sariyi roja Yekşemê ji aliyê hêzên hewayî yên Îsraîlê ve hatiye xistin.
Îsraîlê îdia dike ku Wezîrê Aboriyê hewl daye kontrola alîkariyên mirovî yên ku digihêjin Xezeyê bi dest bixe.
Îsraîl her wiha îdia dike ku El Sariyi berpirsê belavkirina sotemenî, gaz û pereyana ji bo armancên terorê ye. Lê îdiayên artêşa Îsraîlê ji aliyên serbixwe ve nehatin piştrastkirin.
Çarşema derbasbûyî lîderê Hamasê Îsmaîl Haneyh ê 61 salî li Tehranê bi encama êrîşekî hatibû kuştin. Berî çend saetan jî fermandarê leşkerî yê Hîzbûllahê li Beyrutê di êrîşa Îsraîlê de hatibû kuştin.