Parlementoya Bangladeşê hate fesihkirin

Piştî prostestoyên ku bi heftayan e li Bangladeşê berdewam in, Serokwezîr Şex Hasîna ji welat reviya. Artêş jî kontrola welat xist destê xwe şûnde parlemento fesih kir.

Berdevkê Serokkomar Şiplu Zaman daxuyand ku, “Serokkomar parlemento fesih kir.”

Xwepêşanderên xwendavan jî weke partiya muxalîf Partiya Nîjadperest a Bangladeşê (BNP) xwestin ku parlemento were fesihkirin.

Di xwepêşandanên ku li dijî kotayê wergirtina kar a rêveberiyê pêk hatin de ji meha Tîrmehê û vir ve li giştî welat herî kêm 413 kes jiyana xwe ji dest dan.

Ev xwepêşandan bû sedem ku roja duşemê Şêx Hasîna ya ku 76 salî, bi riya helîkopterek ji welat bireve.

Li gorî ragihandina Hîndîstanê, helîkopter daket baregehekî nêzî paytext Delhiya Nû. Lê çavkaniyek payebilind jî got, “Hasîna tenê ji bo biçe Londonê ji vir derbas bû.”

Lê belê bangawaziya Îngilîstanê ya lêpirsînê ku di NY’ê de wek, “bûyerên tundiyê yê ku heta niha bi tu awayî nehatiyê ditîn” pênasekiribû, guman çêkirin.

POLÎSÊN KU BI ÇEKAN ÊRIŞÎ XWEPÊŞANDERAN KIRIBÛN, EFÛYA XWE XWESTIN

Li welat sendîkayê polîsan roja sêşemê bi daxuyaniyekê, ji ber ku gule li xwepêşanderan reşandibûn, efûya xwe xwestin.

Sendîkayê îdîa kir ku zorî li polîsan hatiye kirin ku gule berdin û piştre jî ew wek “kesên xirab” hatine nîşandayîn. Sendîkayê li gel vê ji bo ewlehiya polîsan, grev îlan kir.

Fermandarê artêşa Bangladeşê General Waker Uz Zaman roja Duşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku di demek nêzîk de wê hikûmetekî demkî bê avakirin.

General soz da ku wê “hemû bêdadiyan” ji holê rakin û wê roja Sêşemê qedexeya derketina derve, rakin.

Rêberêkî/ê rêxistina xwendavanan xwest ku Xelatgirê Nobelê Muhammed Yunus bibe serokê hikûmetê.

Asîf Mahmud ê ku pêşengê rêxistina Li Dijî Cudaperêziya Xwendavanan e, di hesaba xwe ya Facebookê de, ev tişt got: “Baweriya me bi Doxtor Yunus heye.”

Doxtor Yunus di daxuyaniya ku dabû rojnameya Hîndî ya The Prînt’ê de, wiha got, “Bangladeş welatekî ku di bin rejîma Hasîna de hatiye dagirkirin e.” Şêx Hasîna, Yunusê 84 salî, bi “mijandina xwîna xizanan” sûcdar kiribû.

Roja duşemê Bangladeşî derketibûn kolanan, li gel dagirkirina parlementoyê Televîzyonên ku alîgirên hikûmetê bûn, dabûn ber agir û peykerên bavê serokwezîr Şêx Mucîbur Rahman ê ku wek qehremanê serxwebûnê dihat pênasekirin, rûxandibûn. Li gel van buroyên partiya Şêx Hasîna ya bi navê Awamî League jî hatin şewitandin û li hemû welat hatin talankirin.

Şahîdan ragihandin di welatê ku piraniya wê ji Misilmanan pêk tê de xwepêşanderan êrîşî mal û dikanên Hînduyan jî kirine. Di tora dîjîtal de jî dîmenên lînçkirinan hatin weşandin.