Îsraîlê êrîşek hewayî pêk anî: Fermandarê Tugaya Kassam hate kuştin
Îsraîlê li Rojavayê Şerîayê êrîşeke hewayî li ser wesayîtekê pêk anî, di êrîşê de fermandarê Tugaya Kassam jî di nav de, 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Îsraîlê li Rojavayê Şerîayê êrîşeke hewayî li ser wesayîtekê pêk anî, di êrîşê de fermandarê Tugaya Kassam jî di nav de, 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî çapemeniya Fîlîstînê, Îsraîlê li Rojavayê Şerîa ya dagirkirî, li ser rêya ku bajarokên Attil û Zeyta ên li bakurê Tulkerimê bi hev ve girê dide, bi balafirek bêmirov êrîşî wesayîtekê kir.
Di encama êrîşê de agir bi wesayîtê ket û kesên di nav de jiyana xwe ji dest dan. Di nava 5 kesên mirî de, yek ji fermandarên Tugaya Îzzedîn El Kassam, Heysem Nureddin Bileydi jî heye. Tugaya Îzzeddîn El Kasam baskê leşkerî yê Hamasê ye.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Fîlîstînê, WAFA ev agahî piştrast kirin. Artêşa Îsraîlê jî diyar kir ku di wesayîtê de berxwedêrên çekdar hene. Piştî êrîşê cenaze birin Nexweşxaneya Dewletê ya Sabit Sabit a li Tulkerîmê.