Li Iraqê êrişa li ser baregeha DYE'yê: 5 leşker birîndar bûn
Li eyaleta Enbarê ya Iraqê roja Duşemê êrişek li ser baregeha DYE'yê hate kirin. Hate ragihandin ku 5 leşkerên Emerîkî birîndar bûn.
Li eyaleta Enbarê ya Iraqê roja Duşemê êrişek li ser baregeha DYE'yê hate kirin. Hate ragihandin ku 5 leşkerên Emerîkî birîndar bûn.
Piştî ku rayedarên payebilind ên Hamas û Hîzbûllahê hefteya derbasbûyî hatin kuştin, ku Îran û hevalbendên wê yên li Rojhilata Navîn xwe ji bersivdayinê re amade dikin, roja Duşemê du roketên katyûşa li baregeha hewayî ya Ayn Asad a li rojavayê Iraqê ketin.
Çavkaniyên ewlekariyê yên Iraqê diyar kirin ku roket li nava baregehê ketine. Rayedarên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi şertê ku navê wan neyê eşkerekirin ji Reutersê re axivîn û gotin, 5 leşkerên Emerîkî birîndar bûne. Hate ragihandin ku birîna leşkeran giran e. Rayedaran gotin, hejmara birîndaran li gorî raporên destpêkê ne, lewma dibe ku biguhere.
Li gorî daxuyaniya ji Pentagonê jî Wezîrê Parastinê yê DYE'yê Lloyd Austin û Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant roja Duşemê bi telefonê bi hev re axivîn û diyar kirin ku êriş 'zêdebûna metirsiyê ye' û di mijara 'Rola Îranê ya li ser nearamîkirina herêmê' de li hev kirin.
Hefteya derbasbûyî bi hinceta ku amadekarî ji avêtina amûrên hewayî yên bêmirov û gefa li dijî hêzên DYE û koalîsyonê dixwarin, DYE'yê êriş biribû ser hin nuqteyên li Iraqê.
Her wiha di vê demê de ku alozî mezin bûye, Pentagonê diyar kir ku wê hîn bêhtir balafirên şer û keştiyên şer bişîne Rojhilata Navîn.