Hikûmeta Îngilistanê li dijî tundiya rastgiran tedbîrên nû girt

Hikûmeta Îngilistanê piştî şeva ku gelek bûyerên tundiyê qewimîn, biryar da ku li girtîgêhan têra 500 kesên din jî cih veke û li gel vê hewl dide ku 6 hezar polîsên pispor jî seferber bike.

Hikûmeta Îngilistanê 6’ê Tebaxê daxuyanî da û diyar kir ku ji bo kesên tevlî bûyerên tundiyê bûne wê di girtîgehan de cihê 500 kesên din were amadekirin.

Li gel vê piştî bûyerên şevê hat ragihandin ku wê 6 hezar polîsên pispor seferber bikin.

Hefteya borî li Southportê di êrîşa bi kêrê de 3 zarokên keç hatibûn kuştin. Piştî vê bûyerê gotin û bangên rastgiran veguherî bûyerên tundiyê.

Bûyerên tundiyê piştî ku profîla êrîşkar wek penaberek Misilman hatibû nîşan dayîn, destpê kirin.

Lê piştre derket holê ku yê zarokan dikuje kesek ji bajarê Cardîff’ê ya Gallerê ye, bi eslê xwe Ruandi ye û 17 salî ye.

Serokwezîr Keîr Starmer nefreta rastgirên radîkal şermezar kir û got ku li dijî tundkaran wê bi lez ceza were dayîn.

Wezîra Dadê Heîdî Alexander jî roja sêşemê daxuyaniyek dabû BBC’ê û wiha gotibû, “Em ê hewl bidin li girtîgehê cihê kesên ku ceza girtine, amade bikin.”

Wezîra Dadê li gel vê daxuyandibû ku wê di rojên pêş ê mehê de girtîgehên ku guncaw in, ragihînin.

Roja Duşemê li gel daxuyaniya Serokwezîr, Wezîra Dadê jî di axaftina xwe ya ji Radyoya Timesê re kirî de piştrast kir ku wan 6 hezar polîsên pispor seferber kirine.

Ji destpêka hefteyê ku bûyer destpê kirin û heta niha, li gorî Polîsan herî kêm 378 hatine binçavkirin.

Roja Duşemê piştî ku polîs li Belfastê (Bakurê Îrlandayê) hatin seferberkirin, dîsa bûyerên tundiyê rû dan.

Li gorî polîsan êvara Duşemê li Plymouth (başûrojavayê Îngilistanê) ku 150 polîs hatibûn erkdarkirin, 6 kes hatin binçavkirin û çend polîs jî birîndar bûn.

Di dîmenên ku Sky News bi zindî weşandibû de tê dîtin ku di navbera rastgir û komên li dijî wan de pevçûnên dijwar qewimîne û polîs di her du aliyê rê de bi fîşekan dixwaze wan ji hev veqetîne.