Hêzên Ûkraynayê ketin nava xaka Rûsyayê

Li gorî analîstan, yekîneyên Ûkraynayê bi 10 kîlometreyan ketine nava xaka Rûsyayê. Şerê ku li herêma sînor a Kurskê diqewimin, weke derbekê tê nirxandin ku Rûsya ne li bendê bû.

Li gorî Serokatiya Dewletê ya Ûkraynayê, êrişa surprîz a ku Sêşemê destpê kir, encameke 'êrişkariya' Rûsyayê ya du sal û nîv ên dawî ye ku li Ûkraynayê di encamê de bi deh hezaran kes mirin, her wiha bû sedema hilweşîneke mezin.

Ji şêwirmendên rêveberiya serokatiyê ya Ûkraynayê Mihailo Podoliak roja Pêncşemê li ser X'ê daxuyaniyek da û got, "Şer şer e, pîvanên xwe hene û êrişkar bivê nevê divê encamên wê qebûl bikin."

Lê belê rayedarên Ûkraynayî ji roja Sêşemê û vir ve têkildarî vê mijarê bi temamî bêdeng e, lewma Padilok ev operasyon yekser nekir karê Kîevê.

Li gorî Serokatiya Fermandariya Giştî ya Rûs, yekîneyên Ûkraynayê bi qasî hezar leşker û wesayitên zirxî êrişî xaka Rûs kirine û rayedarên leşkerî ji hingî ve ji bo hêzên Ûkraynayê ji Rûsyayê derxînin çi pêwîst be dikin.